• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

    Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê hat şermezarkirin

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

    Rojnamevan Cîhan Berk nehate berdan

    Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn

Konya- Enqere / AW

4 COTMEH 2025 - 13:59
Kategorî: ROJANE
A A
Endama Jînelojiyê rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel di 3yemîn salvegera qetilkirina de li ser gora we ya navçeya Cîhanbeyliyê hat bibîranîn. Endama Koordinasyona Jinên Anatoliyayê Zeynep Yalçin ku li ser gorê axivî destnîşan kir ku niha bi hezaran Nagîhan hene.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel di 4ê Cotmehê 2022an de li bajarê Silemeniyeyê ya Başurê Kurdistanê hat qetilkirin. Nagîhan Akarsel di salvegera 3yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya gundê Gulyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hat bibîranîn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Konyayê, Meclîsa jinan a DEM Partî ya Konyayê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Kordînasyona Jinên Anatoliyayê û parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli tevlî bîranînê bû. Her wiha kurê xaltiya Nagiîhan Akarsel Kemal Yalçin û Reyhan û Yilmaz Yildirimci ên ku Nagîhan Akarsel digot malbata min a manevî ye jî tevlî bîranînê bû.

Bîranîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di rêzgirtinê de dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

‘Em ê têkoşîna wê bidomînin’

Di bîranînê de ewilî Zeynep Yalçın axivî û anî ziman ku ew ji ber têkoşîna xwe ji aliyê hîn kesan ve weke xeterê hat dîtin û got: “Yên ku Nagîhan Akarsel kuştin, ew bi 11 guleyan kuştin da ku mirina wê misoger bikin. Lê niha bi hezaran Nagîhan hene. Piştî wê rojê, em hemû şiyar bûn û ji nû ve zindî bûn. Me nivîsên wê, gotarên wê xwendin û nivîsandin. Em ê têkoşîna wê bidomînin.”

‘Pênûsa wê li erdê nahêlin’

Piştre jî Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli axivî û bi lêv kir ku ew ê ala têkoşîna Nagîhan Akarsel bernedin û ev tişt gotin: “Jin bingeha jiyan û azadiyê bûn. Heval Nagîhan bingeha wê têkoşînê bû. Ew kesek bû ku bi pênûsa xwe têkoşîna jinan a tarî ronî kir, bi hişmendî û ramanên xwe ew ji me re gihand hemûyan. Da fêhmkirin ku têkoşîna azadiya jinan di azadkirina jiyanê de ye. Erê, tu kuştina jinan tesaduf nîne. Nagîhan dîroka jinan a tarî bi pênûsa xwe nivîsand. Nagîhan her tiştê ku di destê wê de bû kir da ku Kurdistanek azad, Tirkiyeyek demokratîk misoger bike. Wê gelek tişt ji me re hişt. Li ser kevirê gora wê nivîsî ye, ‘Peyvek wisa bêje ku ez bibim yek ji me, bila jiyan bi hev re be, bila azadî ya me be.’ Sozek me hemûyan ji wê re heye: Pênûsa wê ji erdê nayê hiştin, gotinên wê nayên hiştin û hişmendiya wê nayê hiştin. Em soz didin wê: Em hezar carî spasdarê te ne ji bo ronîkirina me, ji bo ronîkirina civakê, ji bo rê li ber jinan bi têkoşîn û azadiyê vekirin.”

‘Pêşengên azadiya jinan bûn’

Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê jî li avahiya xwe ji bo bibîranîna Nagihan Akarsel daxuyaniyek da. Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) jî tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de wêneyê Nagîhan Akarsel hat hilgirtin. Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê Nebahat Çalpan ve hat xwendin. Nebahat Çalpan diyar kir ku ew ne tenê ji bo bîranînê ji bo hevî û armanca wan pêkbînin hatine li cem hev û wiha axivî: “Jinan, li dijî zanîsta pozîtîvîst a merperest zanîsta Jîneolojiyê ava kir û rastiya jiyanê careke din derxist holê. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan di heman demê de pêkhatina edalet, heqîqet û wekheviyê ye. Wan jî ew rastî anîn ziman. Ji ber ew rastî anîn ziman bûn hedef. Me Nagîhan Akarsel, Sakîne Cansiz, Havrîn Xelef û gelek jinên ku em nikarinê navên wan bêjin di vê rê de winda kir. Ew ne tenê keseyetek bûn di heman demê de pêşengên azadiya jinan û pêşengên rêya me bûn.”

  

Etîket: BîranîngorNagihansalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

14 NÎSAN 2026
Platformê Yewîya Cinîyanê Kurd cangorîyê Helebçeyî yad kerdê

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, DEM Partî û DBPê qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi bîr anîn

14 NÎSAN 2026
Yenar Mihemed li Bernê hate bîranîn

Yenar Mihemed li Bernê hate bîranîn

11 NÎSAN 2026
Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn

Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn

11 NÎSAN 2026
Maînz de seba qirkerdişê Dêrsimî vendayena vîrardişî

Cangoriyên Tevkujiya Dêrsimê dê li Almanyayê bên bîranîn

9 NÎSAN 2026
Li Nisêbînê êrişî goran hat kirin: Divê êrîşkar bên aşkerakirin

Li Nisêbînê êrişî goran hat kirin: Divê êrîşkar bên aşkerakirin

1 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê berfa avetîrkê: Heke amadekarî hebe, berfa biharê ne xirab e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê: Ji bo betalkirina JESê biryareke fermî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya Mûş û Gimgimê herifî lê ev 4 meh in nayê çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çiyayê Meqamê bi guldexwînan xemilî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezex, Midyad û Wêranşarê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (541)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne