Rojnamevan Cîhan Berk di danişîna ewil a doza ku lê tê darizandin de nehate berdan. Cîhan Berk di parastina xwe de diyar kir ku ji ber xebatên xwe hatiye girtin û got: “Nûçeyên min ne sûc in.”
Danişîna ewil a doza rojnameger Cîhan Berk lê tê darizandin li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hate lidarxistin. Cîhan Berk ê ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, ji Girtîgeha Hejmara 2yan a Xarpêtê bi rêya SEGBÎSê tev li danişînê bû. Parêzer û malbata wî beşdarî danişînê bûn.
Danişîn piştî tespîta nasnameyê bi parastina Cîhan Berk berdewam kir. Cîhan Berk di parastinê de îdîayên derbarê xwe de red kirin û ev tişt got: “Karê min tenê xebatên rojnamegeriyê ne. Min tu xebatên rêxistinî nekiriye. Nûçeyên ku min der heqê parêzer Ebru Tîmtîk de çêkirin ne sûc in. Ebrû Tîmtîk parêzereke li Baroya Stenbolê bû. Hatibû girtin.”
Piştî navberê, şandeya dadgehê der heqê rojnameger Cîhan Berk de biryara berdewamiya girtinê da. Danişîn taloqî 3yê Hezîranê hate kirin.













