Navên kesên sibê biçin Îmraliyê diyar bûn. Ahmet Turk, Tuncer Bakirhan, Tulay Hatimogûllari, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol di şandeyê de cih digirin.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo ku cara sêyemîn biçin Girava Îmraliyê li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bînin, serî li Wezareta Dadê dabû. Wezareta Dadê serlêdan qebûl kir.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê agahiyek nû belav kir û navên kesên di şandeyê de cih digirin diyar bûn. Navên kesên di Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê de cih digirin, ev in: Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllar, parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirriye Onder û Cengîz Çîçek û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol.