Amed – Li Tirkiyeyê ji ber bihabûna benzîn û mazotê kirîn û firotina wesayitan gelekî kêm bûye. Firoşkarên li Amedê ku dixwazin wesayitên xwe bifiroşin gazincên xwe anîn ziman û gotin ji ber mazot û benzînê her roj biha dibe kes nikare wesayitan bikire û bifiroşe.
Firoşkarên ku di saetên serê sibehê de berê xwe didin qada firotana wesayitan a li navçeya Bajarê Nû ya Amedê. Ev der bazara firotina wesayîtên desta duyemîn e. Her roj firoşkar li vir li benda mişteriyên xwe ne. Firoşkarên otomobîlan ji ajansa me re axivîn û dan zanîn ku piyaseya wesayitan rawestiyaye û gotin ew nikarin wesayitên xwe bifiroşin.
‘Mazot û benzîn biha dibin, wesayît kêm tên firotin’
Firoşkarê bi navê Adem Batû diyar kir ku piyaseya wesayitan rawestiyaye û anî ziman ku xelk niha ji bo razemeniyê bêtir zêran dikire û wiha got: “Bihaya wesayitan niha gelek kêm e, ev yek firsende ku mirov ji xwe re wesayitan bikirin. Ji ber mazot gelekî biha dibe mirov herî zêde dixwazin wesayitên bi benzînê dixebitin bikirin.”

Firoşkarê bi navê Xetmîr Adsiz diyar kir ku piyaseya wesayitan niha nebaş e û anî ziman ku her kes li gorî xwe bihabûnekê dinivîse û wiha got: “Ez ji serê sibehê de hatime vir, çend kesan pirsiye lê wesayita min nayê firotin. Ji ber lîtreya mazotê gelek bihaye mirov êdî nikarin wesayitan bikirin.”

‘Ji ber nebûna azadiya ramanê meriv nikare gazinên xwe jî bîne ziman’
Firoşkarê bi navê Ramazan Fîlîzay jî gazincên xwe ji ber bihabûna mazotê anî ziman û wiha got: “Ji ber mazotê firandine kes nikare wesayita xwe bifiroşe. Hinek xwediyê wesayitan jî ji ber ku bihabûna wesayitan gelek zêde nîşan didin wesayît nayên kirîn û firotin. Divê hemû kes heqê wesayitê çi be, wê binivîse.” Fîlîzay bal kişand ser rewşa astengiyên li ser azadiya ramanê ya li Tirkiyeyê û got: “Ji ber rewşa heyî ya li Tirkiyeyê mirov nikare tiştekî jî bêje, mirov der heqê hikûmetê de bipeyive saetek şûnde tê girtin. Lê her kes dizane ku bihabûn ji ber çi pêk tê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku lîtreya mazotê di sala 2025an de 56 TL bû. Di van du sê mehan de her hefte mazot li ser hev hat biharkirin û lîtreya mazotê niha bi 87,96 lîreyan tê firotin.
Her wiha lîtreya benzînê jî di sala 2025an de 52 TL bû. Bihayê lîtreya benzînê jî niha 65,66 lîre ye.












