Piştî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû gefa berfirehkirina operasyonê kir, balefirên şer ên Îsraîlê li Beyrûdê li otelê da û di encamê de 4 kes mirin, 10 kes birîndar bûn.
Bandora şerê Îsraîl, DYA û Îranê li ser Libnanê zêdetir dibe. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû bang li Hikûmeta Libnanê kir ku di zûtirîn demê de Hizbûllahê bêçek bikin. Netanyahû destnîşan kir ku ger Hikûmeta Libnanê vê yekê bi cih neîne dê operasyonên xwe zêde bikin û bi xwe Hizbûllahê bêçek bikin.
Otêl hate bombebaran kirin
Li dû daxuyaniya Netanyahû a artêşa Îsraîl îro li herêma El Werşa ya Beyrûtê, otêla bi navê Remada bombebaran kir. Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di encama bombebaranê de 4 kes mirine û 10 kes jî sivikî birîndar bûne.
Îsraîl: Hedefa me Feyluq El Quds bû
Artêşa Israîlê jî got ku wan li Beyrûtê fermandarên navdar ên Feyluq El Quds a girêdayî Pasdarên Îranê kirine hedef. Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku Pasdarên Îranê û Hizbullah têkiliyên xwe bi rêya Feyleq El Quds didomînin.













