Deklarasyona Newroza 2026an hate eşkerekirin. Aktivîsta TJAyê Fatma Ablay metna deklarasyonê xwend û krîzên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi bîr xist û wiha got: “Li dijî destkeftiyên ku gelê Kurd bi polîtîkayên nû yên înkar û planên tunekirinê têne meşandin. Li dijî van polîtîkayan, gelê Kurd li dora destkeftiyên Rojava û Kurdistanî bûn yek û îradeya xwe ya parastina mafên xwe yên dîrokî nîşan dan. Her ku yekîtiya neteweyî xurt dibe, destkeftiyên demokratîk ên gel li ser bingeheke xurttir têne danîn.” Fatma Ablay pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bi bîr xist û xwest ku dewlet ji bo nasîna mafên gelê Kurd demildest gavên pêwist biavêje û derfetên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne.
Koordînasyona Navendî ya Newrozê bi armanca eşkerakirina deklarasyona Newroza 2026an ku bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” dê bê pîrozkirin, li Sûmerparkê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Ablay, Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, endamên Meclîsa Ciwanan, nûnerên partî û rêxistinên sivîl ên civakî di nav de gelek welatî tev li civîna eşkerekirina deklarasyonê bûn. Deklarasyona bi Kurmancî ji hêla aktivîsta TJAyê Fatma Ablay ve hate xwendin. Fatma Ablay diyar kir ku îsal Newrozê bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pîroz dikin.

Deklarasyona ku ji aliyê Fatma Ablay ve hate xwendin bi vî rengî ye:
“Di serdemeke ku kaosa pergalî kûrtir dibe, hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn planên dizaynkirina nû çêdikin, dixwazin statuya dewleta neteweyî ya sedsalî ya li ser înkara gelê me û parçekirina welatê me ava bûye, bidomînin. Li dijî destkeftiyên ku gelê Kurd bi berdelên mezin bi dest xistine, weke li Rojavayê Kurdistanê hate dîtin, polîtîkayên nû yên înkar û planên tunekirinê têne meşandin. Li dijî van polîtîkayan, gelê Kurd li dora destkeftiyên Rojava û Kurdistanî bûn yek, kevneşopiya xwe ya berxwedanê bi têkoşîna xwe ya bi hevalbendên li çaraliyê cîhanê re globalîze kirin û îradeya xwe ya parastina mafên xwe yên dîrokî nîşan dan. Serkeftina mayînde ya vê têkoşînê û parastina van destkeftiyan bi xurtkirina yekîtiya neteweyî bi hêztir dibe; helwesteke siyasî ya hevpar, hişmendiyeke hevbeş a parastinê û perspektîfeke pêşeroja hevbeş wekî îfadeya rêxistinkirî ya yekîtiya neteweyî pêş dikeve. Her ku yekîtiya neteweyî xurt dibe, destkeftiyên demokratîk ên gel li ser bingeheke xurtir têne danîn.
Newroz îradeya hebûnê ye
Di serdemekê de ku, pêşketinên herêmî û cîhanî zêde ne, em bi dirûşmeya Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk pêşwaziya Newroza 2026an dikin. Ji bo gelê Kurd, Newroz li dijî zilmê serhildaneke dîrokî ye, îradeya hebûnê li dijî înkarê ye, berxwedana li dijî zextê ye û agirê azadiyê ye, li dijî koletiyê. Gelê Kurd, ku nasnameya wî hatiye înkarkirin, zimanê wî hatiye qedexekirin û tê xwestin ku îradeya wî were desteserkirin, bi rêxistinkirina li dora agirê Newrozê, ku bi mîrateya çandî û civakî hatiye dagirtin, bîra xwe ya dîrokî parastiye, berxwedana xwe xurt kiriye û meşa xwe ya ber bi azadiyê ve domandiye. Newroz bûye hişmendiyeke siyasî ku berxwedana berhevkirî ya paşerojê bi têkoşîna niha re dike yek û îradeya avakirina jiyaneke azad ji bo pêşerojê xurt dike.
Meşa dîrokê dê bi yekîtiya neteweyî xurt bibe
Her agirê ku li qadên Newrozê tê pêxistin dê îradeya gelê me yê berxwedêr zêde bike, yekîtiya me xurt bike û bibe sembola biryardariya me ya parastina pêşeroja me ya hevpar. Qadên Newrozê dê careke din şahidiya bilindkirina daxwazên gelê me yên ji bo azadiyê, rêxistinkirina îradeya xwe û nîşandana biryardariya xwe ya ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk bikin. Mîrata dîrokî ya Newrozê dê têkoşîna me ronî bike û çanda berxwedanê ya ku bi sedsalan hatiye çêkirin, wekî hêza herî bingehîn a parastina hebûna gelê me, ji nû ve were zindîkirin. Ev meşa dîrokî dê bi xurtkirina yekîtiya neteweyî xurt bibe; destkeftî dê bi îradeya rêxistinkirî ya yekîtiya neteweyî werin parastin û bi hêzeke mezintir ber bi pêşerojê ve biherike.
Gelê Kurd îradeya xwe danî holê
Pêvajoya dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk, ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hatiye destpêkirin, sala xwe ya yekem temam kir. Abdullah Ocalan û tevgera wî berpirsiyariyên xwe yên siyasî ji bo pêşvebirina pêvajoyê bi cih anîne. Di tevahiya vê pêvajoyê de, gelê Kurd li pişt îradeya xwe ya siyasî sekinî, piştgirî da bipêşxistina veguherîna demokratîk. Gavên ku ji hêla tevgera wî ve ji bo bersiva banga dîrokî ya Birêz Ocalan de hatine avêtin, îradeya gel ji bo avakirina jiyaneke wekhev û hevpar xurt kiriye û bi hêza rêxistinkirî ya gel, li kolanan mezin bûye, potansiyela xwe ya ji bo hilberandina encamên siyasî eşkere kiriye.
Divê Meclis zagonên pêwist derbixe
Her çiqas avakirina komîsyonekê di nava Parlamentoyê de, ji aliyê dewletê ve di vê pêvajoyê de girîng be jî, rapora dawî ya ku hat weşandin, ji aliyê naveroka xwe ve ji hêviyên gelê Kurd, kes û komên bindest û raya giştî ya demokratîk re nebûye bersiv û her wiha dûrî pêdiviyên herî kêm yên ji bo çareseriyê maye. Mixabin navê pirsgirêkê jî rast nehatiye danîn. Meclis û siyaseta ku ji bo pirsgirêkan cihê çarseriyê ye, di çareseriya pirsgirêka kurdan de wêrekî nîşan neda û ji berpirsyariyê reviya. Tevî hemî kêmasiyên xwe, girîng bûye ku pêşniyarên der barê demokratîkbûnê de di rapora Komîsyona Parlamentoyê de, di zûtirîn demê de werin bicîhanîn û ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi lez û bez rêziknameyên pêwîst ên qanûnî û destûrî werin çêkirin.
Azadiya Abdullah Ocalan pêdiviyek dîrokî ye
Misogerkirina azadiya fîzîkî û şert û mercên xebata azad a Birêz Ocalan, ku serkêşê danûstandinê ye ji bo pêşxistina çareseriyeke demokratîk û avakirina aştiyeke mayînde, di çarçoveya prensîba hêviyê de, bûye pêdiviyeke dîrokî û siyasî. Li ser vê bingehê, di vê Newrozê de, em ê berpirsiyariya berfirehkirina têkoşîna azadiyê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bihêztir bigirin ser xwe û em ê armanca civakeke demokratîk bi biryardariyeke mezin pêşve bibin.
Felsefeya jin jiya azadî bû mizginiya jinake nû
Daxwaza jiyana wekhev û adil di navbera gel, bawerî, karker û ciwanan de bi têkoşîna rêxistinkirî mezin dibe; jin di pêşengiya vê tevgerê de ne. Îradeya rizgariya jinan, ku di berxwedana Rahşan, Ronahî, Zekiye û Bêrîvanan de xwe nîşan daye, îro bi felsefeya “jin, jiyan, azadî” ji bo jinên li çaraliyê cîhanê dibe slogana azadiyê; di porên wan ên honandî de dibe gerdûnî, ji bo mirovahiyê mizgîniya jiyaneke nû dide. Ev têkoşîn, ku li dijî serdestiya mêr, polîtîkayên şer û pergala dijminê jinan radibe, hêza avakirin û damezrandina civakeke demokratîk xurt dike.
Ciwan îdeala jiyana azad pêş dixin
Ciwanên azad, hêzekî din a pêşeng di avakirina neteweya demokratîk de, wekî îradeyek dîrokî ya têkoşînê cihê xwe li ser dikê xurt dikin, kevneşopiya berxwedanê hildigirin, “ruhê ciwanmayînê” ji nifşekî bo nifşekî din hildigirin û enerjiya meşa azadiyê zêde dikin. Wekî hêza dînamîk di têkoşîna li dijî înkar, asîmîlasyon û polîtîkayên bênasnamekirinê de, ciwan, bi eniyên nû yên fikir, rêxistin û çalakiyê, nirxên jiyana komunal diparêzin, îdeala jiyana azad bi pêş dixin û di avakirina civakeke demokratîk de pêşengiyê dikin.
Agirê Newrozê îradeya yekîtiyê xurt dike
Di serdemeke wiha de, Newroza 2026an di pêvajoyeke dîrokî de tê pîrozkirin ku berxwedan mezin dibe, daxwaza azadiyê berfireh dibe û têkoşîna ji bo civateke demokratîk digihîje qonaxeke nû. Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî, biryardariya ji bo azadiyê û hêza têkoşîna rêxistinkirî bêtir geş dibe. Em bang li ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe yê azadîxwaz dikin ku di pîrozbahiyên Newrozê de li hev bicivin; têkoşîna ji bo yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê xurt bikin.”
Fatma Ablay deklarasyonê bi gotina, “Cejna Newrozê li hemû gelên me pîroz be” bi dawî kir.













