Bi sed hezaran Kurdistanî li 14 navendên bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Cejna Newrozê pîroz dikin.
Cejna Newrozê li 14 navendên bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan dê tev li pîrozbahiyan bibin.
Bi sed hezaran Kurd û Kurdistanî Îro li bajarê Êlih Sêrt, Riha, Dêrsim, Qers, Semsûr, Erdexan, Mêrdîn û navçeyên Basîd, Cizîr, Gever, Tatos, Kerboran û Milazgîrê bi coşeke mezin Newrozê pîroz dikin. Welatiyên ji serê sibê ve berê xwe dan qadên Newrozê li qadan kom bûne û daxwazên xwe yên azadiya fizîkî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin ziman. Pîrozbahiya Newrozê li 14 navendan bi govend, stran û axaftinan berdewam dike.