Li Antalya Pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin bi tevlibûna sed hezaran hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya cîhanê aştiyê dixwaze û got: “Herkes divê birêz Abdullah Ocalan rast fêm bike û tişta dikeve ser jî pêk bîne.”
Newroza Antalyayê li Qada Bajêr a Kepezê ya Antayayayê hat pîrozkirin. Parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyê siyasî, revberên saziyên sivîl ên demokratîk û hezaran welatî tevlî pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyan de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Yek e Yek e Yek e, Kurdistan Yek e” hatin berzkirin.
Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî hevserokên DEM Partiyê yên bajar axivîn û Newroz li gel pîroz kirin.
‘Divê dewlet gavan bâvêje’
Hevserokê Giştî yê SYKPê Mertcan Tîtîz Sirri Sureyya Onder, Salih Muslim, Kemal Kurkut û Rahşan Demîrel bi bîr anî. Mertcan Tîtîz, hêvî kir ku Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan û xwest dewlet ji bo çareseriyê gavan biavêje, Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe, rejîma qeyûm bi dawî bibe û got ew piştgiriyê didin pêvajoyê.
‘Kurd têkoşîna maf, hiqûq, demokrasî û azadiyê didin’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî kir û Newroz li wan û gel pîroz kir. Oluç, îşaret bi şerê li herêmê kir û got ku gelê Kurd têkoşîna maf, hiqûq, demokrasî û azadiyê dide. Oluç, got ku divê gelê Kurd bi hev re têbikoşe û banga mezinkirina têkoşîna hevpar kir.
‘Divê herkes Abdullah Ocalan fêm bike’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî Newroz destnîşan kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên Newrozê pê dixin û wiha got: “Gelê Kurd ji bo statuya xwe bi salan e têdikoşe. Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Birêz Ocalan dixwaze li tevahiya cîhanê aştî pêk were. Divê her kes banga birêz Ocalan baş fêm bike, tişta ku dikeve ser pêk bîne.
Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hate vêxistin. Di wê navberê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Herî dawî jî hunermendên herêmî û Koma Hîvronê derketin ser dikê. Pîrozbahî bi stran û gerandina govendan bi dawî bû.



















