Pîrozbahiya Newrozê yên Kerboranê û Dêrikê, ji ber şert û mercên nebaş ên hewa hate taloqkirin.
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya dihat payin îro bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” li navçeyên Dêrikê û Kerboranê yên Mêrdînê were lidarxistin, ji ber şert û mercên nebaş ên hewa hate taloqkirin. Tê payin ku di rojên pêş de roja pîrozbahiyê bê diyarkirin.













