Nextgen Kurdî li Çand Amedê foruma bi navê “Ciwanî û Aştî: Hêviya Pêşerojê û Hevjiyan” li dar xist.
Nextgen Kurdî foruma bi navê “Ciwanî û Aştî: Hêviya Pêşerojê û Hevjiyan” li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê li dar xist. Moderatoriya forumê Bariş Oktem kir. Parêzer û nûnera Komeleya Jinan a Rosa Sîdar Dûman Oner, parêzerê Baroya Amedê Velî Çelîk, Şêwirmendê Derûnî û Mamosteyê Zimanê Kurdî Nûh Bozkur, rojnameger û rêveberê Komeleya Rojnamevanên Dîcle-Firatê (DFG) Fexredîn Kiliç, rojnameger û Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin ê Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna tev li bernamê bûn. Bername bi axaftina Moderator Bariş Oktem destpê kir.
‘Aştî ne tenê tiştekî dîplomatîk e’
Bariş Oktem di derheqê herikîna bernameyê de axivî û got: “Îro mijara me aştî ye. Em ê li ser van mijaran biaxivin. Mixabin, li herêma me şerekî mezin dest pê kiriye. Tê gotin ku dibe ku şerê herî mezin ê Rojhilata Navîn li vir dest pê bike. Em hêvî dikin ku wisa nebe. Ji ber wê, mijara me ya aştî û çareseriyê îro hîn girîngtir dibe. Aştî ne tenê tiştekî dîplomatîk e. Wekî ku em her carê dibêjin, ne tenê ji bo dîplomasî û siyasetê ye; ew tiştekî civakî ye jî. Dema aştî çêbibe, em ê di mala xwe de, karê xwe de û di nav civaka xwe de hîs bikin. Ji ber wê, îro em ê li ser vê mijarê bi heval û beşdarên xwe re biaxivin.”
‘Divê misogeriya hiqûqî ji bo hemû aliyan bê peydakirin’
Piştî axaftina Bariş Oktem, Parêzerê Baroya Amedê Velî Çelîk bal kişand li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û anî ziman ku divê ciwan bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bawer bin û wiha bi lêv kir: “Ji bo ku motivasyonek çêbibe, divê bawerî hebe û rê li ber manîpûlasyonan bê girtin. Îro dewlet bi rêya hiqûqê zextê li ser azadiya ramanê dike û gelek dozên siyasî tên meşandin. Ji bo aştiyeke mayinde, divê ev doz û astengiyên hiqûqî bên çareserkirin û mîsogeriya hiqûqî ji bo hemû aliyan bê peydakirin. Di kurtedemê de, tişta herî giring çavdêrîya civakê û komîteyên serbixwe ne. Di navbera her du alîyan de divê dozên siyasî û girtî bên berdan, bawerîyeke civakî ya mezin çêbibe û bi vî rengî çareserî pêş bikeve.”
‘Divê medya nebe amûra şer’
Rojnameger Roza Metîna destnîşan kir ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e; aştî avakirina sîstemeke wisa ye ku tê de mafên jinan û hemû beşên civakê bên misogerkirin û got: “Têkoşîna jinan di her şert û mercî de berdewam dike; çi di qada siyasî de be, çi di qada civakî û çi jî di qada medyayê de be. Dema em li aliyê medyayê dinêrin, em dibînin ku çapemeniya serdest zimanekî pir tûj û milîtarîst bikar tîne. Ew zimanekî ‘şerxwaz’ û ‘zayendperest’ e ku tundiyê di civakê de zêdetir dike. Li hemberî vê, rola Çapemeniya Azad pir girîng e. Divê medya nebe amûra şer, lê bibe amûra aştiyê û dengê jinan û civakê bigihîne her derê. Avakirina zimanekî nû û demokratîk di medyayê de, ji bo çareseriya pirsên civakî gaveke sereke ye.”
‘Armanca me ew e ku em zimanê Kurdî bikin zimanê perwerdeyê’
Şêwirmendê Derûnî û Mamosteyê Zimanê Kurdî Nûh Bozkur di axaftina xwe de anî ziman ku di xebatên xwe de dibînin ku ciwan dixwazin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin û ev tişt gotin: “Herî zêdetir ciwan dixwazin beşdarî van xebatan bibin. Ev xebata perwerdeyê tenê bi ziman nabe, divê em mifredateke giştî amade bikin. Em niha li ser vê yekê dixebitin ku di nava 4-5 salan de, armanca me ya mezin ew e ku em mifredateke bi kurdî ji bo dibistanan û saziyan amade bikin. Di warê perwerdeya zimanê kurdî de hinek îstatîstîk hene; %86ê kurdan daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin, lê belê %20ê wan tenê dikarin bigihîjin vê perwerdeyê an jî daxwaz dikin. Ev jî pirsgirêkeke polîtîk û civakî ye. Dema em dibêjin kurdî, em behsa hemû zaravayên kurdî dikin. Niha materyalên kurmancî zêdetir in, lê divê em ji bo zazakî jî mifredateke profesyonel amade bikin ku nebe sedema cudakariyê. Armanca me ya dawî ew e ku em kurdî bikin zimanê perwerdeyê û perwerdeya bi zimanê kurdî di her astê de pêk bînin. Hêviya me ew e ku ev xebat bibe bingeha perwerdeya nifşên nû.”
‘Gelek hevalên me ji ragihandina heqîqetê şehîd ketin’
Rojnameger Fexredîn Kiliç jî anî ziman ku van salên dawî, dikarin bibêjin piştî sala 2015an zexteke pir mezin li ser çapemeniyê çêbû û got: “Di her warî de, çi di warê aborî de be, çi di warê mafên mirovan de be û çi di warê statuya ziman de be, di vî welatî de dema ku hiqûq, edalet û demokrasî tune be, di wê derê de mirov nikare behsa azadiya çapemeniyê bike. Di van deh salên dawî de, bi taybetî piştî darbeya 2016an, çapemeniya azad, kanalên kurdî, rojname û radyoyên kurdî, gelek kanalên muxalif hatin girtin. Gelek rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Gelek doz hatin vekirin û hîna jî dozên me berdewam dikin. Niha jî ew reşayî berdewam dike. Di welatekî de dema ku tu muxalif bî û bi ser de jî çapemeniya muxalif û ya kurdî bî, zext û zilm li ser te zêdetir dibe. Di van salên dawî de, bi taybetî piştî sala 2015an, zimanê çapemeniyê yê desthilatdariyê zêdetir tûj bûye. Em dibînin ku di van demên dawî de dîsa rojnameger tên girtin, doz li wan tê vekirin. Di van rojên dawî de hevalê me yê ajansê Nedîm Oruç, di dema karê xwe de ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê hat binçavkirin û hate girtin. çend nûçegihan û edîtorên ajansa MA hatin girtin. Li Tirkiyeyê û li bakurê Kurdistanê pirsgirêka azadiya çapemeniyê heye. Malperên Ajansa Mezopotamya, JINNEWS û yên din gelek caran tên astengkirin. Ev pêvajo bi rastî jî pir zehmet e, ji ber ku di çapemeniyê de gelek tişt hatin berovajîkirin. Gelek hevalên me ji bo ku vê heqîqetê ragihînin şehîd ketin. Pênaseya çapemeniya azad ev e; heqîqetê bêyî ku berovajî bike, ji civakê re ragihîne. Di encama vê de jî gelek berdêl hatin dayîn, ji canê xwe bigire heya girtin, binçavkirin û îşkenceyê.”
‘Heta ku fikrê jinê azad nebe, aştiyekî mayînde ava nabe’
Parêzer û nûnera Komeleya Jinan a Rosa Sîdar Dûman Oner di destpêka axaftina xwe de 7 Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Sîdar Dûman anî ziman ku di dema şer de her tim yên ku herî zêde bandor dibin jin in. Dema tên girtin, di girtîgehan de dîsa ew jin tundiya zayendî dibînin û tundiya psîkolojîk dibînin. Yanî dîsa yên ku herî zêde bandor dibin jin in. Dîsa di nav şer de, ez mînakekê li ser Rojavayê bidim; jineke ciwan a şervan li ser bendavê hat kuştin. Ew mînak ji bo hemû cîhanê bû û ji bo her kesî hat nîşandan. Ji bo min jî yanî aştiyek bi rûmet dema ava bibe, jin dê bi qasî wê azad bin, bi qasî wê bikaribin xwe biparêzin û bi qasî wê bi pêş ve herin. Dema aştî çêbe tenê ne ku aştî ava bibe; yanî aştiyek mayînde divê berdewam bike. Heta ku aştî nemayînde be, tu wateya wê namîne. Lê aştî, yanî divê jin berî aştiyê jî azad bibe. Heta ku fikrê jinê azad nebe û nêrîna mêr li ser jinê neguhere, aştiyek mayînde ava nabe.”














