Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di daxuyaniya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser girtiyê nexweş Tayfun Karaman ê bi Multipl Skleroz (MS) ketiye û got: “Rewşa Tayfun Karaman di girtîgehê de girantir dibe.” Înîsiyatîfê banga berdana Tayfûn Karaman kir.
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 599an de ji bo balê bikşînê ser rewşa girtiyê nexweş Tayfun Karaman ê Girtîgeha Sîlîvrî ya Marmarayê tê ragirtin, li Cahdeya Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê dermankirin nayê astengkirin” “Ji girtiyên nexweş re azadî” hat vekirin. Endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û partî û saziyên civakî û kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên, “Ji girtiyên siyasî re azadî” û “Tecrîd îşkenceye, bila bi dawî be” hatin berzkirin.
Metna daxuyaniya endamê ÎHDê ya Şaxa Enqereyê Bariş Barişik xwend. Bariş Barişik anî ziman ku Tayfun Karaman nezî 20 sal in nexweşê Multipl Skleroz (MS) ye û ev tişt gotin: “Di 2ê Çileyê de Tayfun Karaman piştî rewşa wî giran bû, ew rakirinê nexweşxaneyê û hat diyarkirin ku rewşa wî ji bo ragirtina li girtîgehê guncav nîn e. Heke nexweşiya wî giran bibe xetereya felcê heye. Şert û mercên girtîgehê jî xetereya giranbûna nexweşiya wî zêde dike. Tevî vê yekê jî Tayfun Karaman nayê berdan. Girtina Tayfun Karaman tevî van xetereyan mafê jiyanê binpêkirin e. Em bang li hemû saziyên berpirsyar ên dewletê dikin ku li gor vî mafî tevbigerin. Em ê ji bo berdana girtiyên nexweş û mafê jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.”










