• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Îsraîl: Ji destpêka şer heya niha 6 hezar û 8 kes birîndar bûn

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darvekir

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

    Balafira veguheztinê ya leşkerî ya Iraqê hat îmhakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Nêzî 200 hezar kesî koçî Kobaniyê kir’

Navenda Nûçeyan / AW

12 SIBAT 2026 - 15:06
Kategorî: CIVAK
A A
Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran Ehmed Xoce diyar kir ku ji destpêkirina pêlên êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha nêzî 200 hezar kesên ji zêdetirî 70 deverên cuda hatine navenda Kobaniyê.

Ajnasa Nûçeyan a Firatê têkildarî koçberiya Kobanê bi Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran Ehmed Xoce axivî. Ehmed Xoce, diyar kir ku Kobanê ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û got: “Piştî pêlên êrîşan ên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêlên mezin yên koçberiyê berê xwe dan bajarê Kobanê. Ji destpêka pêlên êrişan yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, gelên ji her du taxan û ji hemû deverên din yên ku çete xwe lê digirin gel neçar ma ku berê xwe bide bajarê Kobanê. Niha ew koçber di nava rewşeke krîtîk de dijîn. Ew li dibistan, zanîngeh, mizgeft, eywanên şahiyan, akademî û gelek cihên din hatine bicihkirin. Di her maleke Kobanî de çar û pênc malbat tevlî nava malê bûne.”

‘Kobanî hêj dorpêçkirî ye’

Ehmed Xoce piştre bal kişand ser rewşa koçberan û got: “Li bajarê Kobanê bi sed hezaran kesî cih girtiye. Ruxmî ku berf, baran û rewşa hewayê ya sar jî, gel bi rengan debara jiyana xwe dike. Em niha hewl didin ku hejmara koçberên li vir diyar bikin, lê belê a niha li gorî ku tê texmînkirin 200 hezar kesî derbas kiriye. A niha bajarê Kobanê dorpêçkirî ye, ji ber vê yekê jî ev koçber jî ji hin tiştan mehrûm dimînin. Hin pêdivî bi rengekî qaçax derbas dibin, lê belê dîsa jî bi du qat û sê qatan zêdetir tên firotin.”

‘Mal û milkê gel hatiye talankirin’

Ehmed Xoce, di dewama axaftina xwe de diyar kir ku mal û milkên koçberan hatine talankirin û got: “Mal û milkên van koçberan hatine talan û wêrankirin, mal û milkên wan tên dizîn û dûra malên wan dişewitînin. Hin belge di destê me de hene ku vê yekê teqez dikin. Ruxmî ku gelek caran şandeyên me berê xwe dan parêzgeha Helebê û bi taybetî jî ji bo ku koçber vegerin mal û milkên xwe, lê belê ew yek heta niha pêk nehatiye. Berovajî wê ew hîna xwe di wan mal û milkên wan gelan de xwe bi cîh dikin, xerab dikin, talan dikin û dişewitînin.”

Ehmed Xoce, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Eger rewş wiha dewam bike û dorpêç wiha dewam bike wê bi xwe re kareseteke mirovî bîne. Bi taybetî jî em weke Desteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran em ê heta dawiyê xwedî li van koçberên xwe derkevin.”

Etîket: Ehmed XoceKobanîKocberiKurdistanRêveberiya XweserRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

NY: Bi milyanan kes li Îran û Libnanê ji ber şer koçber bûn

NY: Bi milyanan kes li Îran û Libnanê ji ber şer koçber bûn

26 ADAR 2026
Di nav şer de kaosa hevdîtinê: Trump çi dibêje, Netanyahû çi dike, Îran çi bersiv dide

Di nav şer de kaosa hevdîtinê: Trump çi dibêje, Netanyahû çi dike, Îran çi bersiv dide

24 ADAR 2026
Serokwezîrê Igilîstanê: Em ji bo şerek dom dirêj amadekariyê dikin

Serokwezîrê Igilîstanê: Em ji bo şerek dom dirêj amadekariyê dikin

24 ADAR 2026
Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

Bi hezaran li Qendilê kom bûn û Newrozê pîroz kirin

21 ADAR 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Ji Bafil Talebanî banga yekîtiyê

Ji Bafil Talebanî banga yekîtiyê

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îşkenceya polîsan: Lêdan û gotin ji derenceyê ketiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stûneke wêjeya Klasîk a Kurdî: Şêx Evdirehmanê Axtepî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Ne li Îmrali, li Amarayê’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Haya ku dinya hebe dê 3 roj û 3 şev Serhivde bê lidarxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1129)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne