Meclisê, girtekên hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi sê parlamenteran re pêk anîbû hatin weşandin.
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yaman û Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, di 24’ê Mijdara 2025’an de, li ser navê Komîsyona Meclisê, serdana Girava Îmraliyê kiribûn û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.
Kurteya girtekan, di 4’ê Kanûna 2025’an de di Komîsyona Meclisê de hatibû xwendin.
Meclisê piştî hevdîtinê bi du mehan, bi sernavê Girteka Hevdîtina Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di malpera xwe de weşand.













