Pirtûka bi navê “Çîrokên Jinên di Zindanê de” ku ji 11 çîrokên jinên girtî yên zindanê pêk tê, sibê li ÇandAmedê bi çalakiyek îmzeyê digihîje ber destê xwîneran. Çalakî bi beşdariya jinên nivîskar û siyasetmedaran dê pêk were.
Pirtûk bi navê “Çîrokên Jinên di Zindanê de” ku bi Kurdî hatiye amadekirin û ji 112 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji nav Weşanxaneya Aramê ve derçûye. Di pirtûkê de çîrokên bi destê jinên girtî, di bin şert û mercên giran ên zindanê de bi destnivîsa wan hatine nivîsandin hene. Taybetmendiya herî balkêş a vê pirtûkê ew e ku jinên girtî tevî hemû zehmetiyan bi hev re xebateke hevpar bi rê ve birine û wekî berhem gihandine ber deste xwîneran.
Amadekarî û berhevkirina pirtûkê ji aliyê rojnameger û nivîskar Roza Metîna ve hatiye kirin. Edîtoriya wê jî ji aliyê nivîskar Enîse Şîrin û Roza Metîna ve bi hev re hatiye kirin. Pirtûk bi hevkariya Komîteya Jinan a PENa Kurd, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê (MED TUHAD-FED) hat çapkirin.
Jinên ku çîrokên wan di pirtûkê de cih digirin wiha ne: Besê Ozer “Şiyar”, Fatma Ozbay “Mirî Birîndar Nabin”, Xanim Yildirim “Xezal û Av”, Leyla Saraç “Zerya-Karwanê Meytan”, Medya Yaklav “Mişkê”, Melîke Kaya “Welatek”, Mizgîn Ronak “Çîroka Duyem”, Mulkiye Dogan “Hespên Hêviyê”, Necla Yildiz “Rêwîtî” û Suheyla Taş “Ji Xweliyê.”
Di çalakiya îmzeyê de yek ji nivîskara pirtûkê Mizgîn Ronak û nivîskar û hevseroka PENa Kurd Rojbîn Perîşan, siyasetmedar Salîha Aydeniz û siyasetmedar Gulser Yildirim dê li Çand Amedê pirtûkê îmze dikin. Moderatoriya vê bernameyê jî Roza Metîna dike.








