Nivîskarê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan ê ku li ser zimanê Kurdî xebatên bêhempa meşand li Swêdê jiyana xwe ji dest da.
Nivîskar û wergervan Mehmet Emîn Bozarslan ê ku 1934an de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinyayê û bi salan ji bo zimanê Kurdî xebatên bêhempa meşand. Nivîskar Bozarslan ji ber xebatên li ser zimanê Kurdî 45 sal berê ji neçarî çû Swêdê. Nivîskar Bozarslan li sirguniyê jî xebatên li ser ziman û wêjeya Kurdî domand. Nivîskar Bozarslan di 90 saliya xwe de li bajarê Uppsala ya Swêdê jiyana xwe ji dest da.













