• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nobedarên sînorê Kobanê: Ewlehiya Rojava ewlehiya me ye

Navenda Nûçeyan / AW

25 KANÛN 2024 - 16:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li dijî êrişan hatiye destpêkirin 3 rojin didome. Aktîvista TJAyê Adle Fidan anî ziman ku ewlehiya Rojava ewlehiya hemû gelan e û xwest her kes ji bo parastina ewlehiyê bibin yek.

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin, di roja 3yan de didome. Çalakiya ku di 23ê Kanûnê de di pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJAyê de hat destpêkirin 3 roj in didome. Parlamenter, hevşaredar û gelek welatî tev li çalakiya îro bûn. Îro rêxistina DEM Partiyê ya Bismila Amedê û Semsûrê hatin ser sînor û piştgirî dan çalakiyê.
Girse, li ser rêya di navbera Pirsûs û Kobanê de kom bûn û daxuyanî dan.

Em ji bo parastina Rojava bibin yek

Ewil Aktîvîsta TJAyê Adle Fidan axivî û wiha got: “Ewlehiya Rojava ewlehiya me ye. Ewlehiya siberoja Rojava, zarok û jinên Rojava ewlehiya me tevan e. Ji ber vê yekê divê tu kes pêşiya me negire. Çend roj berê du hevalên me yên Rojnamevan hatin kuştin. Em li vir Nazim û Cîhan bi rêzdarî bibîr tînin. Bi qetilkirina rojnamegeran heqîqet û rastiya li Rojava tê veşardin û komkujiya sivîlan vedişêrin, Heqiqetê binpê dikin. Me di 2014an de ev hov baş nas kirin. Em wê rojê jî li dijî van êrîşên hovane rawestiyan, em ê îro jî sekna xwe ya li dijî van êrîşan berdewam bikin. Kesên îro êrîşî Rojava dikin, dixwazin destkeftiyên gelan ji destê wan bigirin. Bila her kes baş zanibin ku di şerê 3emîn ê cîhanê de tu hêz nikare kurdan li Rojhilata Navîn bêstatu bihêle. Em ê bi her awayî li dijî şerê qirêj û vê hovîtiyê rawestin. Em ê her dem berxwedana xwe berdewam bikin. Em jin û hemû gelê kurd êdî jiyanek bê Rêberê Azad û bê statu qebûl nakin. Rojava berî her tiştî nirxê hebûna jinê ye. Em ê heta dawî li vî nirxên jinê xwedî derkevin. Em li vir bang li hemû saziyan dikin ku li vî nîrxî xwedî derkevin. Em li vir ji bo parastina nirxên xwe xwe bikin yek û têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Ji bo piştevaniya gelê Rojava em li vir in

Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun axivî û wiha got: “Geşedanên ku li Sûrî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş dikevin di serî de hemû kesên aştî, wekhevî û demokrasiyê dixwaze dixe nava fikaran. Em dizanin di bingeha van êrîşan de destkeftiyên Kurdan hene. Em wekî gelê Semsûrê li vir slavên xwe ji gelê Rojava re dişînin. Em wekî rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê ji bo em piştevaniya xwe bi gelê Rojava re parve bikin em hatin nobeta sînorê Pirsûs û Kobanê. Em têkoşîna wan a mezin silav dikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

5 ADAR 2026
Li Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 102 kes hatin kuştin

Li Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 102 kes hatin kuştin

5 ADAR 2026
Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

5 ADAR 2026
Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

5 ADAR 2026
Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

5 ADAR 2026
Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

5 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Rewşan Doner qezaya trafîkê derbas kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 3 têkoşerên azadî, ked û xwebûnê: Sêvê, Pakîze û Fatma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bafirok li dijî qedexeyan nîşana mezinkirina hêvî û azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (207)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne