Çalakiya nobeta sînorê Pirsûs-Kobanê ku di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin roja 10emîn de didome. Çalakgeran ji sînorê Kobanê bang kirin û gotin: “Daxwaza Îmraliyê daxwaza me ye.”
TJA, DBP û DEM Partiyê di 23ê Kanûna 2024an de li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çalakiya nobetê kirin. Nobeta sînor di roja 10emîn de berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredarên navçeyên Rihayê yên DEM Partiyê, nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Riha, Semsûr, Mereş û Dîlokê, Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya nobetê de li dijî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pankartên “Rojava rûmeta me ye” û “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” hat vekirin.
Hevserokê DBPê yê Navçeyê Mahmût Manas di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku çalakî di roja 10emîn de berdewam dike û got: “Heta ku zilm bi dawî bibe wê çalakiya me bidome. Îslam zilmê qebûl nake. Zilm çiqas zêde bibe, berxwedana me wê ewqasî zêde bibe. Em ê bi ser bikevin.”
Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê Berdevkê demê Îsmaîl Tutal axivî û ev tişt anî ziman: “Em ji bo hevgirtinê li vir in. Em hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî rojnamegerên li Rojava hatin qetilkirin bi bîr tînin. Rojhilata Navîn ji gelek tiştan re pêşengê kir. Bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, li gelek welatan şer heye.” Şer li rojhilatê Ewropayê jî belav bû. Gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn. Divê hêzên hegemonîk li hemberî biryara ku gel dixwazin bi hev re bijîm rêzdar bin. Di bin navê Bihara Ereban de çete anîn Rojava. Em bûn şahidên gelek komkujiyan. Tu tiştekî ku çete bidin Rojava tune. Li Rojava şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hat hêviyê dide hemû kesî. Daxwazên di peyama Îmraliyê de derketin pêş daxwazên me ne.”
Daxuyanî bi banga tevlîbûna meşa ber bi sînorê Pirsûs-Kobanê ya ku dê di 3ê çileyê de bi tevlêbûna hevserokên DEM Partî û DBPê pêk bê bi dawî bû.