Gel û rêveberên DEM Partîe û DBPê nobeta ku li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya li dijî hewldana tayînkirina qeyûm daye destpêkirin, di dora duyemîn de bi coş berdewam dike.
Girseya ku di navde endam, rêveber û parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên DBP û şaredariyê hene, 2 roj in li pêş şaredariyê li dijî hewldana tayînkirina qeyûm di nobetê de ye. Nobeta li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di roja duyemîn de bi coş û govendê didome. Welatiyên ku ji duh ve li ber şaredariyê nobetê digirin, îro jî bi heman coşê berxwedana xwe domandin. Bi hezaran kes li ber agirê hatiye vêxistin xelekan çêdikin û bi stran û dirûşmeyan govendê digerînin. Jin, zarok, dayik û nûnerên saziyan jî li dijî hewldana qeyûm piştgiriya nobetê dikin. Di nobeta ku ciwan pêşengiya wê dikin de dîmenên rengîn derdikevin holê. Li qadê coşa ciwanan qet kêm nabe û dengê stran û dirûşman li qadê olan dide.
Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û parlementerên DEM Partiyê jî di nobetê de li gel welatiyên Wanê ne û li ber xwe didin.