awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke nû heye

Enqere / AW

26 ÎLON 2025 - 12:17
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ku di civîna nirxandinê ya Sala Qanûndanînê ya 3an de axivî, diyar kir ku pêvajoya guhdarkirinê wê berdewam bike û got: “Peywîra komîsyonê ne amadekirina destûra bingehîn e. Lê pêdivî bi mekazagoneke nû heye. Hevî dikim di demeke kin de Tirkiye dest bi pêvajoya amadekirina destûrek bingehîn a nû bike.”

Serokê TBMM Numan Kurtulmuş di civîna nirxandinê ya Sala Qanûndanînê ya 3an de daxuyaniyek da. Numan Kurtulmuş bi lêv kir ku geşedanên herêmê nîşan dide ku divê Tirkiye pêvajoya aştiyê û xwişk-biratiyê bi lêz encam bike û wiha got: “Ew pêvajoyeke pir hesas e. Ji aliyekî ve, hûn ê maf û rûmeta Kurdan li ber çavan bigirin. Ji aliyê din ve, hûn ê hesasiyet û serbilindiya Tirkên ku piraniya Tirkiyeyê pêk tînin li ber çavan bigirin. Ji ber vê yekê, heya niha ev pêvajo li gor vê yekê hatiyê meşandin. Bêguman, yek ji xalên girîng ên vê yekê jî daxuyaniyên Îmraliyê ne. Rêxistina terorê li Silêmaniyê bi awayekî sembolîk merasîmek çekşewitandinê çêkir û divê ev gav berdewam bike. Li gorî daxuyaniyên Îmraliyê, ne tenê di sînorên Tirkiyeyê de, lê di derveyê sînoran de jî, dê hemû rêxistin çekan dayne. Ez bawer im ku ev yek dê pêvajoyê zûtir bi encam bike.”

‘Dê komîsyon guhdariya li heyetan bidomîne’

Numan Kurtulmuş pirsên çapemeniyê jî bersivand û axaftina xwe wiha domand: “Komîsyona me ne komîsyoneke destûrî ye. Peywira bingehîn a vê komîsyonê ew e ku şopandina serkeftina vê pêvajoyê bike, wê kontrol bike, li vir pêşengî bike û di encamê de çarçoveyekê saz bike. Hewcedariya rêkûpêkên qanûnî heye. Em ê vê çarçoveya bingehîn pêşkêşî Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê bikin. Em ê vê yekê bi rapora dawî pêşkêş bikin. Peywira komîsyonê ev e. Derxistina qanûnan berpirsiyariya Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê ye. Ji bo pêvajoya qanûnî hewce heye ku rêxistinên hiqûqî jî bên guhdarkirin. Dîsa hewceyê saziyên jin û ciwanan jî bên guhdar kirin. Dîsa hin efserên teqawîtbûyî, astsubay, yanî komên ku di têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî terorê de beşdarî kirine û bedel dane, divê werin guhdarîkirin. Dibe ku civîna dawî bi Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî û hevalên wezîrên têkildar, Wezîrê me yê Dadê, Wezîrê me yê Karên Derve re, bi awayekî dawî were kirin ku çarçoveya giştî careke din ji aliyê wan ve bê nirxandin. Dibe ku di vê pêvajoyê de kesên ku weke sivîl mexdûr bûne, ew jî werin guhdarîkirin. Ya girîng ew e ku ev hemû bi lez bên qedandin û dest bi rêkûpêkên pêwîst bê kirin.”

‘Hewcedarî bi destûrek bingehîn a nû heye’

Li ser pirsa têkildarî guhertinên qanûnî jî Numan Kurtulmuş diyar kir ku eleqeya komîsyonê bi destûrek bingehîn a nû ku çêbikin re tune ye û wiha got: “Komîsyona me tenê pêşniyaran dişînê Meclîsê. Lê şert û merc nîşan didin ku pêdivî bi destûrek bingehîn a nû heye. Ev qanûna bingehîn a heyî nikare Tirkiyeyê rake. Helbet divê ew bê sererastkirin. Lê piştî ku ev xebat bi serkeftî bi encam bibe, Tirkiye dikare destûreke nû çêbike. Armanc ev e; Bilindkirina standardên demokratîk ên Tirkiyeyê. Zêdekirina kapasîteya sazûmanî ya dewletê li Tirkiyeyê û bi taybetî misogerkirina gavên ku dê yekîtîya dewlet û miletê saz bike. Ez dizanim ku ne tenê AK Partî, lê partiyên din jî di vê mijarê de xebatên xwe didomînin. Ez hevî dikim atmosfereke weke vê komîsyonê li Tirkiyeyê pekte û di demeke nêz de Tirkiye jî dest bi pêvajoya amadekirina destûrek bingehîn a nû bike.”

‘Mafê hêviyê were rojeva me em ê nîqaş bikin’

Numan Kutulmuş li ser pirsa “mafê hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî axivî û got: “Niha ew mijar nehatiyê rojeva komîsyonê. Heke were rojevê komîsyon wê biryar bide. Biryar bi tevlibûna piranî kesan tên girtin ne tenê biryara min e.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Balafira serfermandarê artêşa Lîbyayê li Enqereyê ket

Balafira serfermandarê artêşa Lîbyayê li Enqereyê ket

24 KANÛN 2025
HSDê êrîşa çeteyên DIAŞ’ê li ser gundewarê Dêrazorê têk bir

HSD: Li Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞê kuştin

23 KANÛN 2025
Mûçeya asgarî ya sala 2026an diyar bû

Mûçeya asgarî ya sala 2026an diyar bû

23 KANÛN 2025
Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Êrîş ji berê ve hatibû plankirin

Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Êrîş ji berê ve hatibû plankirin

23 KANÛN 2025
Belgîn Kanat 10 sal şûnde ji girtîgehê derket

Belgîn Kanat 10 sal şûnde ji girtîgehê derket

23 KANÛN 2025
Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin bibîranîn

Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin bibîranîn

23 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • KANÛN 2025 (472)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne