Serokê Meclîsê û Komîsyonê Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyonê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.
Serokê Meclîsê û Serokê Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Bratî û Hevgirgtina Millî Numan Kurtulmuş ji bo hin rêze hevdîtinan hat Amedê. Numan Kurtulmuş ewilî li Zanîngeha Dîcleyê tev li merasîma sala akademîk bû û li vir axivî. Kurtulmuş di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanan û di dawiya axaftina xwe de risteyek helbestek Kurdî xwend.
Kurtulmuş û şandeya pê re piştre li Mizgefta Mezin a Sûrê nimêja înê kirin û paşê jî serdana Walîtiya Amedê kirin.
Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyonê piştre jî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li ber deriyê şaredariyê Kurtulmuş û heyetê pêşwazî kirin. Di serdana şaredariyê de parlamenterên DEM Partiyê, CHPê, AKPê, Partiya DEVA jî amade bûn.
Numan Kurtulmuş û heyeta pê re paşê derbasî otelek li bajêr bûn û li gel rêveber û nûnerên rêxistinên sivîl ên li Amedê civiya.