• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nûnerên Rêveberiya Xweser û MSDê bi nûnerên Brîtanyayê re civiyan

Navenda Nûçeyan /AW

14 ÇILE 2025 - 21:17
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û MSDê bi rayedarên payebilind ên Brîtanyayê re civîyan. Gelek mijarên têkildarî siberoja Sûriyeyê nîqaş kirin.

Şandeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Brîtanyayê bi parlamenterê Partiya Federal a Demokratîk Sammy Wilson, nûnera Partiya Muhafazekar Caroline Dinenage, siyasetmedar û dîplomatê berê Lord Jay re hevdîtin kir. Di şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî hebûn. Her du aliyan, kiryarên dijminane yên komên girêdayî Tirkiyeyê, êrişên Ii dijî Bendava Tişrînê ku gefeke mezin a pêkanîna karesateke mirovî dixwe, nîqaş kirin. Aliyan diyar kir ku ji bo rawestandina êrişên li dijî ewlehiya herêmê û jêderên wê, divê zext bê kirin.

Yek ji mijarên serek ên hatin nîqaşkirin ew bû ku divê tevahî hêzên siyasî li Sûriyeyê beşdarî konferansa nîştimanî ya Sûriyeyê bibin. Aliyan xwestin ku jin bi awayekî çalak tev li vê diyalogê bibin. Her du aliyan anî ziman ku divê modela Rêveberiya Xweser ku bingeha îstîqrara herêmê û Sûriyeyê ye were parastin û got, divê ev model beşeke ji siberoja Sûriyeyê be. Mijara vegera koçberan û parastina demografiya Sûriyeyê beşeke ji nîqaşan bû. Şandeya herêmê, ji bo vegera şêniyên Efrînê û tevahî koçberên din, derxistina çeteyan ji herêmê, bang kir ku di vî alî de fişar hebin û bên kirin. Her wiha hat gotin divê şandeyeke navneteweyî bê avakirin ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û ji nêzî ve rewşa mirovî û ewlehiyê ya herêmê bişopîne.

Parlamenter Wilson got ew amade ye tev li şandeyekê bibe ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û di heman demê de bal kişand ser girîngiya şopandina geşedanan li herêmê ji bo ku li ser wê esasê Parlamentoya Brîtanyayê piştgiriya pêwîst pêşkêş bike. Wilson diyar kir ku gelê Sûriyeyê rewşê baş nas dike û ew ê piştgiriya hewldanên bidestxistina çareseriyeke siyasî ya giştî li Sûriyeyê bikin. Bandora cezayên navneteweyî li ser Sûriyeyê jî ket rojeva civînê. Şandeya herêmê diyar kir ku di encama berdewama cezayan de, xizanî zêde dibe û dê bi xwe re tevliheviyê jî çêke.

Di dawiyê de her du aliyan got divê civata navneteweyî piştgiriya hewldanên bidestxistina çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê bike ku mafên pêkhateyan were parastin û rêzê ji pirrengiya olî û nijadî ya li Sûriyeyê re bê girtin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

7 ADAR 2026
Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

7 ADAR 2026
Li Sêrtê meş hate lidarxistin: Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin

Li Sêrtê meş hate lidarxistin: Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin

7 ADAR 2026
‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

7 ADAR 2026
Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

7 ADAR 2026
Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (264)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne