Serokê Hevpeymana Dewlet û Yasayê ya Iraqê Nûrî Malikî ji ber kuştina Elî Xamaneyî gefa tolhildanê li Amerîka û Îsraîlê xwar û êrişê weke sûceke siyasî binav kir û got: “Li benda bersivê bin ku textê we wê bihejîne.”
Serokê Hevpeymana Dewlet û Yasayê ya Iraqê Nurî El Malikî têkildarî kuştina Elî Xamaneyî peyamek da û wiha got: “Armanckirina Serokê Mezin ji derveyî sûcekî siyasî, dijminahiyeke eşkere ya li ser Îslamê û sembolên wê ne.” Nûrî Malikî destnîşan kir ku sûcdarên berpirsiyariya vê sûcê siyasî û exlaqî ne divê baş zanibin ku helwest û aciziya girseyî wisa zû bi zû dê aram nebe.
Herî dawî Nûrî Malikî gefa tolhildanê xwar û wiha got: “Alîgirên me wisa rê nadin ev sûcê dij mirovî bêbersiv bimîne. Bersiveke wisa em ê bidin wê textê zaliman biheje.”
Hêjayê gotineye ku her diçe êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê berfireh dibe. Li gor daxuyaniyê Malîkî û rêxistinên Şîa yên li Iraqê pêkane ku ev Iraq jî bike nava vî şerî.













