Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên bi Komîsyona Meclisê re kirine de bal kişand ser metirsiyên birdoziyên netewperestî, Peyamana Birahîm, Şîayê û wiha got: “Demokrasiya Herêmî û Komîn çareseriya pirsgirêkên herêmê ye. Ez her roj li ser vê têgehê difikirim.”
Meclisê girtekên hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komîsyona Meclisê li ser malpera xwe weşandin. Di girtekan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser gelek mijarên ku di rojevê de nirxandinan dike, pêşniyar û modelên çareseriyê rêz dike.
Heman model li Atînayê hebû
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtekên hatine parvekirin de diyar kir ku di binyada avabûna AKPê de şaredarvanî heye û da zanîn ku kêmaniyên vê modelê dê bi demokrasiya herêmî û komînê werin temamkirin û wiha got: “Demokrasiya herêmî di demokrasiya Atînayê de jî hebû. Ji her herêmê delegeyek hatiye hilbijartin û ew delegê nûnertiya herêma xwe dikir. Ev yek xwecihîparêzî û demokrasî ye. Ji bo Sûriyeyê ne bingeha mezhebparêzî ne netewperestî nabe çareserî. Ji hêla herêmî demokrasiyeke hatiye xurtkirin pêwîst e. Pirsgirêka sereke çawaniya tijekirina naveroka vê têgehê û çawaniya tevlikirina destûra bingehîn e.”
Rewşa Tirkmen, Çerkez, û Ermenan
Di berdewama nirxandinên xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala metirsiyên ser neteweyên kêm yên li herêmê kir û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Tirkmen ji Kurdan hêj xirabtir in, cemiyeteke ku xwe bînin ziman a Tirkmenan nîn e. Gelo muxatabê wan ji komunê fêm dike yan na. Komun tê wateya komekê, tê wateya civaka sivîl û divê wisa be. Yek du malbat derdikevin holê û tevahiya dahatuya Helebê bi xwe ve girê didin. Pêwîst e tevbîra vê yekê were girtin. Divê ev yek ji bo gelên din jî derbasdar be, Tirkmen jî li wê derê xwedî kedeke hezar salî ne. Wek xwezayî pêwîst e ew jî wek rêxistineke sivîl bin, Çerkes û Ermen jî hene, pêwîste ew jî xwe bikin civakeke sivîl a hemdemî.”
Modela Yekitiya Rojhilata Navîn
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtekên duh hatine parvekirin li ser girîngiya avakirina Yekitiya Rojhilata Navîn sekinî û wiha pê de çû: “Heke li ser entegrasyona ku navenda wê Tirkiye be were xebitîn, dê Iraq, Sûriye herwiha Îran jî neçarî tev li vê yekê bibe. Li wê derê Azerî jî hene, herî kêm bi qasî Kurdan girîng in. Bi tevlibûna wan a entegrasyona demokratîk dê ev yek bibe Yekitiya Rojhilata Navîn. Dê entegrasyona demokratîk jî li gel vê yekê pêş bikeve.”







