Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi Komîsyona Meclisê re pêk anî de diyar dike ku li Sûriyê demokrasiya herêmî, civaka sivîl û hêzên parastinê tune bin, Ahmed eş-Şara dê sibê vegere dîktatorekî.
Di girtekên hevdîtina Komîsyona Meclîsê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandinên girîng ên Ocalan cih digirin. Di girtekan de Ocalan balê dikişîne ser serçeteyê HTŞê Ahmed Şara û wiha dibêje: “Ez dikarim bi HSDê re diyalogê pêk bînim. Ez bawerim dê li min guhdarî bikin. Em li Sûriyê yekalî tevnagerin. Divê Ahmet eş-Şara jî ji bo Sûriyek demokratîk wekî HSDê gavên pozîtîf biavêje. Ez vala vala dîrokê venabêjim. Li Sûriyê nijadperestiyek mezin a Ereban heye. Li wir wekî Kurdan em ê mafên Tirkmenan jî biparêzin.”
‘Çareserî demokrasî ye’
Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê pêkanîna demokrasiyê mîna hêmana sereke dinirxîne û wiha dibêje: “Çareserî bi hêzkirina demokrasiyek li ser esasê herêmî ye. Mijara esasî ew e ku dê hundirê vê têgehê (demokrasiye herêmî) çawa bê dagirtin û çewa di Destûra Bingehîn de cih bigire. Ji bo dewletekê yekîtiya navendî çiqas pêwist be, demokrasiya herêmî jî ewqas pêwîst e. Yek nebe ya din nabe. Li Sûriyê jî di wateya asayîşê de dê hêzên parastinê yên Kurdan hebin.”
‘Şara dê di rojekê de vegere dîktatoriyê’
Li ser nijadperestiya Ereb a li Sûriyê Ocalan mînaka malbata Esad nîşan dide û vê yekê tîne ziman: “Nijadperestiya Ereb xurt e. Kirinên malbata Esad li holê ne. Ku şert û mercên demokrasiyê neyên pêşxistin Ahmed eş-Şara dê di nav rojekê de vegere dîktatorekî. Ku demokrasiye herêmî û civaka sivîl tune be, dê Esadek nû derkeve. Ji bo dîktatorek nû dernekeve ez dê hemû hêza xwe bikar bînim.













