Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan di hevdîtina bi Komîsyona Meclisê re pêk aniye de bal kişand ser metirsiya bîrdoziyên Rojhilata Navîn veguherandine qada şer û aloziyan û wiha got: “Ne Peymana Birahîm ne bîrdoziya şîa, ‘Entegrasyona Demokratîk’ girîngtir e.”
Girtekên Komîsyona Meclisê li ser hesaba meclisê hatin parvekirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi Komîsyona Meclisê de pêk anîye de bal kişand ser metirsiyên ku Rojhilata Navîn veguherandine qada şer û pevçûnan û wîha got: “Ne Peymana Brahîm ya ku Îsraîl dixwaze ne jî projeya Şîa ya Îranê dixwaze ji bo berjewendiyên welatê me gucav nîn in. Li şûna van entegrasyona demokratîk girîngtir e.
‘Ew çiqas netewparêzên demokratîk em ewqas civakparêzên demokratîk’
Di berdewama beşa hişyariya metirsiyên li Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan behsa girîngiya têgeha “Civakparêziya Demokratîk” kir û ev hişyarî kirin: “Pêwîst e ji avabûna Kurd a demokratîk re bi baldarî were nêzîkbûn. Em behsa dewletê nakin. Bîrdoziya muxatabê me çiqas netewparêziya demokratîk be ya me jî ewqas Civakparêziya Demokratîk e.”
‘Xwerêxistinkirina demokratîk sosyalîzma rast e’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di beşa girtekê ya bi entegrebûna bal kişand ser mijara Komar û Civaka Demokratîk û ji bo modela ku pêşniyar dike wiha got: “Wek encam Kurd dê di Rojhilata Navîn de di nav Komara Tirkiyeyê de bi cih bibin, dê xwe wek demokratîk birêxistin bikin. Tu têkiliya vê bi xweseriya federal nîn e. Ev ne hilberîneke min e, sosyalîzma rast e.
‘Modela Demokrasiya Herêmî û Komîn’
Di berdewama girtekan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser sedema şer û pevçûnên li Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û ji bo çareseriya aloziyên sedan salan wiha got: “Tişta ji bo Tirkiyeyê dixwazim ji bo Sûriyeyê jî dixwazim. Ev model demokrasiya herêmî û komûn (şaredarvaniya demokratîk) e. Ez her roj vê mijarê difikirim. Ez difikirim ku bi HSDê re têkevin diyalogê dê gûhdariya min bikin, lê belê ev yek alî nabe, divê Ahmed El-Şara jî wekî HSDê ji bo Sûriyeya demokratîk gavan bavêje.”













