Wan- Orhan Sakçî yê ku 30 salan di girtîgehê de mabû li ser girîngiya wêjeyê nirxandin kir û got: “Bi gotinê têkiliya mirovan bi hev re tê avakirin. Bi gotinê mirov heqîqetê dibîne, xwe nasdike. Lê mixabin di nav demê de, di Kurdan de gotin hinekî xelet hatiye avakirin. Dagirkeran li ser gotinê xwe serwer kirine.”
Wêjeya Kurd ji ber bêstatuya gelê Kurd li bakurê Kurdistanê bi salan e rastî gelek zor û zehmetiyan, rastî polîtîkayên bişaftinê tê. Nivîskar û helbesvanên Kurd gelek caran eywanekê nabînin ku li ser wêjeyê panelekê li dar bixin. Weşanxanyên Kurdan gelek caran nikarin tevlî fûarên pirtûkan bibin. Bi sedan pirtûkên Kurdî tên qedexekirin, di derheqê wan de biryara komkirinê tê dayîn. Ruxmê van zor û zehmetiyan jî nivîskarên Kurd di van salên dawiyê de gelek berhemên giranbuha diafirînin, hewl didin wêjeya Kurdî xurt bikin. Dîsa ji ber ku dewleta Tirk mafê gelê Kurd yê perwerdehiya bi zimanê dayikê qebûl nake rêjeya Kurdan ya ku dikare bi Kurdî bixwîne gelekî kêm e. Bi taybetî bi pêşketina teknolojiyê, zêdebûna platformên dîjîtal gelê Kurd û ciwanên Kurd zêdetir bi hilberînên Tirkî re rûbirû dimînin.
Komeleya Wêjekarên Kurd jî hewl dide xebatên wêjeyî rêxistin bike, sazîbûneke xurt ava bike. Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Orhan Sakçî yê ku 30 salan di girtîgehê de mabû, derheqê giringiya wêjeyê de, li ser rewşa wêjeya Kurdî, li ser xebat û armancên Komeleya Wejekarên Kurd ji Ajansa Welat re axivî.
‘Wêje li ser hest û mêjiyê mirovan bandoreke girîng dike’
Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Orhan Sakçî diyarkir ku peyva wêjeyê di bingeha xwe de, di zaravayê Hewremî de li gotinê te û got: “Pirtûkên pîroz jî li ser gotinê tên avakirin. Civak temamî li dora gotinê kom dibe. Di civakbûnê de rista gotin ê pir girîng e, mirov bi wêjeyê anku gotinê kesayet ava dike, bi gotinê dijî û xwe dide jiyîn. Bi gotinê diafirîne. Wêje li ser hest û mêjiyê mirovan bandoreke girîng dike. Wêje dikare civakê ji nû ve bide avakirin. Mirovatiyê bide avakirin.”
‘Jiyan bi gotinê tê avakirin’
Orhan Sakçî bal kişand ser wêjeya Kurdî jî da zanîn ku wêjeya Kurdî piranî li ser gotinê, devkî hatiye avakirin, zargotina Kurdî pir xurt e. Di dîroka civaka Kurd de ev rêbaz demeke dirêj e heye. Kilam, zimanê helbestî, şano, bîranîn bingeha xwe li vir digirin. Lewra rist wêjeyê anku gotinê pir bi bandor e. Jiyan bi gotinê tê avakirin. Bi gotinê hefizaya mirovan ava dibe, bi gotinê mirov dîrok û civakê nasdike. Bi gotinê têkiliya mirovan bi hev re tê avakirin. Bi gotinê mirov heqîqetê dibîne, xwe nasdike. Lê mixabin di nav demê de, di Kurdan de gotin hinekî xelet hatiye avakirin. Dagirkeran li ser gotinê xwe serwer kirine. Vê rewşê di aliyê wêjeyê, olê, zanistê, di aliyê nûjen de jî bandor kiriye. Di vir de divê Kurd gotina xwe nûjen bikin, di hîmê civaka xwe de bigirin dest.”
‘Gotinên pêşiyan pêşengiya jiyanê dikin’
Orhan Sakçî ku behsa girîngiya gotinên pêşiyan jî kir, da zanîn ku gitinên pêşiyan tecrubeya miletekî ya bi hezaran salan radigihînin û axaftina xwe wiha domand: “Gotinên pêşiyan ders û tecrubeyeke pir mezin didin mirovan, ji civakan re pêşengiyê dikin, pêşengiya jiyanê dikin, wek rêgehekî ne li pêşiya civakan. Wêje di kevneşopiya civakan de jî xwedî bandoreke girîng e. Mînak destana Memê Alan bandoreke pir mezin kiriye li civaka Kurd. Dîsa Avestayê, Mîtraîzmê bandorên mezin kirine.
‘Dixwazin tu xwe û civaka xwe înkar bikî’
Orhan Sakçî yê ku 30 salan di girtîgehê de mabû behsa “Wêjeya Zindanan” jî kir û diyar kir ku dagirker ji bo ku te ji civakê qut bikin, dûr bixin davêjin zindanê. Orhan Sakçi wiha berdewam kir: “Mirov di girtîgehê de civakê xeyal dike. Ew dengê ku ji civakê qut kirine tu dixwazî wek qêrînekî bigihînî civakê. Ev deng dengekî li xwe hişyarbûnê ye, li ser xwe fikirînê ye, dengekî berxwedanê ye. Di zindanan de zor zehmetiyên li pêşiya wêjeyê zehf in. Derfeta lêkolinê, derfeta mirov bikeve nav civakê tuneye. Dîsa di aliyê qanûnî de gelek astengî derdixin pêşiya mirov. Taybetî nivîsên Kurdî dest didin ser, nahêlin nivîs li girtîgehan derkevin derve. Ya herî girîng dixwazin mirov ji mirov qut bikin, tenê bihêlin. Tu bi wêjeyê dixwazî dengê xwe ragihînî lê ew hel didin te ji te jî qut bikin, dixwazin tu xwe û civaka xwe înkar bikî.
‘Têkoşîna civakî pêşî li wêjeyê vekir’
Orhan Sakçî destnîşan kir ku di avakirina hişmendî û civakeke demokratîk de wêje dikare roleke girîng pêk bîne û da zanîn ku mirov vê yekê di dema “Şoreşa Cotmehê” de li Rûsyayê, di civaka Fransayê de dibîne û got: “Mixabin di rewşa me Kurdan de rastiyeke wiha tune bû. Pêşiya wêjeya Kurdî jî hatibû girtin. Têkoşina civakî pêşiya wêjeyê vekir. Orhan Sakçî da zanîn ku piştî 30 salan ku ji girtîgehê derketiye dibîne ku fikreke weke Kurdî ne zimanê jiyanê ye, di nav civakê de ji zimanê Kurdî dûrketinek heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi xebatên wêjeyê dixwazin hefizaya civakê nû bikin, vê nêrîna şaş sererast bikin. Armanc ew e ku em hişê neteweya demokratîk di nav civakê de xurt bikin. Daxwaza me ji gelê me ji saziyên me ew e ku em vê hişmendiyê bi hev re di nav civakê de ava bikin û xurt bikin.”













