Amed – Parêzer Zîlan Esen derbarê Paketa Darazê ya 11emîn ku gelek faîl pê hatin berdan de axivî û got: “Ev pakêt li ser esasê ku civakê biparêze nehatiye amadekirin, berevajî vê ev pakêt ji bo metirsiya li ser civakê zêde bike hatiye amadekirin. Doza Rojda Yakişikli jî mînakek şênber a vê pakêtê ye.”
Pakêta Darazê ya 11emîn li parlamentoya Tirkiyeyê di meha Kanûna 2025an de hate pejirandin. Bi pejirandina pakêtê re gelek faîlên li girtîgehan hatin berdan. Sazî û rêxistinên jinan ev pakêt wek pakêtek ku dê metirsiyê li ser civakê ava bike, pênase dikin û dinirxînin. Tevî hemû pêşniyarî û nerazîbûnan jî pakêt hate pejirandin û tenê girtiyên edlî hatin berdan.
Nîqaşên li ser pakêtê berdewam dikin. Parêzer Zîlan Esen ev pakêta darazê ji ajansa me re nirxand.
Zîlan Esen bal kişand ser kêmasiyên sîstematîk ên ku rê li ber zêdebûna tundiya li ser jinan vedike û bi taybetî li ser doza Rojda Yakişikli ya ku ji aliyê Okay Gur ê di çarçoveya Pakêta Darazê ya 11emîn de hatibû berdan û hatibû kuştin sekinî û diyar kir ku berpirsyariyên dewletê yên di hiqûqa navneteweyî de hatine paşguhkirin.
‘Ev pakêt metirsiyê zêdetir dike’
Parêzer Zîlan Esen destnîşan kir ku hiqûqa înfazê ne qadeke serbixwe ye û divê fonksiyona wê ya “parastina civakî” li pêş be û wiha got: “Lê belê ev pakêt li ser esasê ku civakê biparêze nehatiye amadekirin, berevajî vê ev pakêt ji bo metirsiya li ser civakê zêde bike hatiye avakirin. Çimkî nêzîkî 55 hezar girtî ji vê paketê sûd wergirtine, lê girtiyên nexweş ên siyasî li derveyî vê rêziknameyê-pakêtê hatin hiştin.”

‘Faîl dema tên berdan jiyana wê kesê dikeve talûkeyê’
Zîlan Esen da zanîn ku kêmasiya herî bingehîn tundiya li dijî jinan û tundiya nav malbatê wekî kategoriyeke taybet û awarte nehatine pênasekirin û got: “Ev rewş di hiqûqa navneteweyî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de wekî şaş fêmkirina prensîba ‘hevparî û wekheviyê’ tê dîtin. Li gorî pîvanên DMMEyê dewlet mecbûr e ku tundiya tê pêşbînîkirin asteng bike û mekanîzmayên parastinê ava bike. Heke faîlek bi tundiyê tê zanîn, serbest were berdan û jiyana kesa li derve dikeve tahlûkeyê, negirtina tedbîrên pêwîst tê wateya binpêkirina mafên jiyanê.”
‘Doza Rojda Yakişikli mînaka şênber e’
Parêzer Zîlan Esen binpêkirin û tunehesibandina qanûnî bi mînaka doza Rojda Yakişikli şênber kir û wiha got: “Faîlê ku Rojda Yakişikli qetil kir, ji îmkanên Pakêta 11emîn sûd wergirtibû û serbest hatibû berdan. Di çarçoveya Pakêta 11emîn de; rîsk li ber çavan nayê girtin, tunebûna mekanîzmayên kontrolê yên piştî berdana faîlan û ji bo parastina kesên li derve negirtina tedbîrên taybet, encamên giran derdixe holê. Kuştin û doza Rojda Yaşikli jî mînakek şênber a vê pakêtê ye.”
‘Di qanûnan de durûtiyek heye’
Zîlan Esen diyar kir ku li Tirkiyeyê di navbera qanûnên nivîskî û pratîkê de durûtiyek heye û ev yek anî ziman: “Tirkiye her çendî gelek peymanên navneteweyî erê kiribe û piştgiriyê didê jî, ev peyman nayên bicihanîn. Eger ev peyman bihatana xebitandin, îro Rojda Yakişikli nedihat qetilkirin. Polîtîkayên heyî wekî hewldanek ji bo kontrolkirina laş û nasnameya jinan tê pênasekirin. Di sala 2025an de tenê di şeş mehên ewil de 136 jin hatine kuştin û sedema mirina 145 jinan jî nehatiye tespîtkirin. Ev tablo nîşanî me dide ku kuştin û tundiya li ser jinan qet kêm nebûye, berevajî vê yekê zêdetir bûye.”













