Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo bi muwekilên xwe re hevdîtinê bikin serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Ozgur Faîk Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin. Parêzer di çarçoveya mafê xwe yê hevdîtina bi muwekîlên xwe re bi salan e nikarin Abdullah Ocalan bibînin. Di hevdîtinên mehên dawî yên Heyeta Îmraliyê de hin parêzer hebin jî serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi rêk û pêk bê bersiv têne hiştin.
Herî dawî parêzer Rezan Sarica û Newroz Ûysal Aslan 7’ê Tebaxa 2019’an serdana Îmraliyê kiribûn û hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kiribûn.