Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed şandeya Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê pêşwazî kir û li ser awayên hevkariya hevbeş bo pêkanîna mekanîzmaya entegrasyonê û ji nû ve avakirina Rêveberiya Perwerdeyê gotûbêj kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Rêveberê Perwerdehiyê yê parêzgehê Ednan El Berî pêşwaziya şandeyek Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir. Şande ji Şêwirmendê Wezîr Ehmed Murad û Rêveberê Avahiyên Dibistanan Mihemed Henûn pêk dihat.
Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser awayên hevkariya hevbeş bo pêkanîna mekanîzmaya entegrasyonê û ji nû ve avakirina Rêveberiya Perwerdehiyê de, li gorî şertên peymana 29ê Çileyê gotûbêj kirin.
Her wiha wan li ser amadekariyên ji bo lidarxistina ezmûnên amadeyî û navîn yên, û gotûbêj kirin.













