Serokê Partiya Sosyalîst Rêmî Fêraûd li Senatoya Fransayê axivî û xwest ku Fransa dest ji bêdengî û bêçalaktiya xwe ya li dijî êrîşên li ser Rojava berde.
Ligel zêdebûna êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, berxwedana gelê Kurd û piştgiriya dostên Kurdan jî zêde dibe. Serokê Partiya Sosyalîst û senator Rêmî Fêraûd êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê anîn rojeva Senatoya Fransayê. Fêraûd bi bîr xist ku êrişên hovane li ser Rojavayê Kurdistanê pêk tên û wiha got: “Bi her awayî ve êriş tên meşandin. Divê li dijî van êrişan Fransa dest bêdengî û bêçalaktiyê berde. Di ser şerê me yê hevpar ê li dijî DAIŞê re 10 sal derbas bûn. Lazim e Kurdên li Sûriyê tenê neyên hiştin.”
Fêraûd bang li hikûmeta Fransî kir ku bikeve nav tevgerê.













