Parlamenterê Iraqê Muxtar Musewî xwest hêzên dewleta Tirk ji nav xaka Herêma Kurdistanê derkeve û got; “Ya ku Tirkiye dike, dagirkeriye û nayê pejirandin.”
Parlamenterê Iraqê Iraqê Muxtar Musewî derbarê hebûna hêzên dewleta Tirk a li nav xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ji ajansa Rojnewsê re axivî. Parlamenter Muxtar da zanîn ku dewleta Tirk hegemoniya xwe ya li herêmên Başûrê Kurdistanê berfireh kiriye û ev jî li ser ewlekarî û aramiya Iraqê metirsiyek cidiye. Muxtar Musewî da zanîn ku dijî Tirkiyeyê pêwîstî bi rawestanek nîştimanî heye û xwest Hikumeta Iraqê derbarê vê mijarê de helwesta xwe zelal bike. Di dirêjahiya axaftina xwe de parlamenterê Iraqê Muxtar anî ziman ku Tirkiye bi serokatiya Erdogan, hemberî Iraqê xwedî bernameyên xirabe. Hikumeta Herêma Kurdistanê jî weke berpirsyarên bûyerên li herêmê rudide pênasekir û got; “Divê hêzên dewleta Tirk a dagirker ji herêmê derkevin.”