Parlamenterê PEyê Jonas Sjostedt têkildarî piştgiriya Rojava axivî û got: “Em dizanin ku hêvî li Rojava ye.”
Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê yê Swêdê Jonas Sjostedt têkildarî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de axivî. Parlamenter Jonas Sjostedt diyar kir ku Rojava cihê hêviyê ye û wiha axivî: ”Em dizanin ku hêvî li Rojava ye, ji ber ku îdealên Rojava ne tenê mafên mêran, ên jinan jî dihewîne. Vîzyonek heye ku Xiristiyan û Misilman dikarin bi hev re bijîn. Vîzyonek heye ku kesên bi Kurdî û Erebî dikarin bi hev re di aştiyê de bijîn. Ev nirxên ku em diparêzin in û ji ber vê yekê em ji sedî sedî piştgiriyê didinê. Bijî Kurdistan! Bijî Kobanê!”













