Partî û saziyên demokratîk ên Îzmîrê derbarê êrişên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyanî dan û diyarkirin ku li rojavayê Kurdistanê îradeya gelê Kurd a aştîxwaz hedef tê girtin.
Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Parti), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek sazî û dezgeh li ber Gara Alsancakê ya Îzmîrê derbarê êrîşên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Rojava ne bi tene ye, bila êriş bêne sekinandin’, dovîzên ‘Em piştgirê Rojava ne’ hatin hilgirtin û dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kurdistan wê ji faşîstan re bibe goristan‘ hatin berzkirin.
Aktivîsta TJAyê Emîne Bozdag daxuyanî xwendin. Emîne Bozdag diyar kir ku li cîhanê şer bûye şêweyeke rêveberiyê û wiha got: ‘’Şer, koçberî û xizanî encama polîtîkayên bi zanebûn in. Rojhilata Navîn ew erdnîgarî ye ku ev polîtîkayên wêranker bi tundî lê têne jiyîn. Şerên ku li herêmê têne kirin êdî ne tenê pevçûnên leşkerî ne; ev bi destê hêzên cîhadîst û paramîlîter wêrankirin, talan û rêvebirina erdnîgariyê bi xwe ye.’’
Emîne Bozdag anî ziman ku êrîşên li ser Rojava mînaka herî zelal a vê şêweya rêvebirinê ye û wiha domand: ‘’Tiştên ku îro li Rojava diqewime ne tene pevçûnek herêmî ye; ew siyaseta tasfiyeyê ya plansazkirî ye ku li gorî berjewendiyên hêzên navneteweyî û herêmî tê meşandin. Gelê Kurd jî di vê çarçoveyê de ji ber îradeya aştîxwaz bi awayeke bêkontrol hedef tê girtin.’’
Emine Bozdag wiha dawî li daxuyaniyê anî: ‘’Hevgirtina bi gelê Rojava re ne hilbijartinek e, lê berpirsiyariyek li hember mirovahiyê ye. Tiştê ku îro li Rojava diqewime ne pirsgirêkek ewlehiyê ye, lê siyaseta dorpêçkirin û tasfiyeyê ya bi zanebûn e. Wekî berxwedana Kobanê ya 2014an, îro jî îradeya gel dê bi ser bikeve.’’
Daxuyanî bi çepik, berzkirina dirûşmeyan û bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.














