• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

    Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

    ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 7ê TEBAXA 2025an

    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

    Polîsan sîxurtiyê li belavkarê Yenî Yaşamê ferz kir

    Polîsan sîxurtiyê li belavkarê Yenî Yaşamê ferz kir

    ‘Me jî digot em ê rojekê derkevin…’

    ‘Me jî digot em ê rojekê derkevin…’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

    Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

    ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 7ê TEBAXA 2025an

    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

    Polîsan sîxurtiyê li belavkarê Yenî Yaşamê ferz kir

    Polîsan sîxurtiyê li belavkarê Yenî Yaşamê ferz kir

    ‘Me jî digot em ê rojekê derkevin…’

    ‘Me jî digot em ê rojekê derkevin…’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Partî û Saziyên li Wanê serdana çapemeniya azad kirin

Wan / AW

25 KANÛN 2024 - 16:11
Kategorî: ROJANE
A A
Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên li Wanê serdana nûnertiyên MKG û DFGê yên li Wanê kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî bal kişand ser zextên li ser Çapemeniya Azad û got: “Bi van êrîşan dixwazin civakê nezan bihêlin.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TÛHAY-DER) ji bo piştgiriyê serdana Nûnertiya Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) yên Wanê kirin. Partiyên siyasî û komeleyên demokratîk di serdanê de piştevaniya xwe ya ji bo Çapemeniya Azad ragihandin û soza bi hev re tekoşînê dan. Hevserokê DBPê Cemal Demîr, Hevserokê DEM Partiyê Veysî Dîlekçî, Hevserokê MEBYA-DERê Hanim Kaya û hevserokên WAN TÛHAY-DERê Halîme Albay û Çetîn Ûyar di şandeya serdanê de cih girtin.

‘Em êrişê şermezar dikin’

Hevserokê DEM Partiyê Veysî Dîlekçî sersaxî ji çapemeniya azad û gelê Kurd re xwest û da zanîn ku pergala qirêj bi her awayî êrîşî nirxên Kurdan dikin. Veysî Dîlekçî, anî ziman ku Çapemeniya Azad jî yek ji van nirxan e û got: “Heta niha bi dehan hevalên me yên rojnamevan hatin qetilkirin. Dixwazin civakê hertim nezan bihêlin, lewma êrişî Çapemeniya Azad dikin. Çapemeniya Azad heta roja îro jî ked û berxwedaneke gelek mezin dide. Ev her du hevalên me yên li Rojava jî ev bi salan e xebateke bêhempa dimeşandin û bi her awayî êrişên li ser Kurdan dem bi dem dişopandin û ji cîhanê re ragihandin e. Lewma ev heval bi zanebûn hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Em vê êrişê careke din şermezar dikin û Çapemeniya Azad ti wext bêdeng nema ye û namîne jî. Wê hevalên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn pênûsa wan li erdê nahêlin. Bila herkes baş bizane ku çapmenî ne bi tenê ye û gelê me jî, em jî bi Çapemeniya Azad re ne.”

‘Çapemeniya Azad wê li ser rêya hevalên xwe be’

Nûnerê DFGê yê Wanê Adnan Bîlen jî ji bo piştgiriya heyetê spasiya şandeyê kir û got, “Cîhan û Nazim bi salan her tiştên li Rojava diqewimin ji raya giştî ya cîhanê re pêşkêş kirin. Xwestin pêşî li wir rastiyê bikujin, ji ber ku naxwazin agahiyek rast ji wir belav bibe. Du hevalên me beriya ku bên qetilkirin kirin hedef. Piştî qetilkirina her du hevalên me hema bêje hemû daxuyaniyên ku me weke rojnameger dabûn rastî astengiyan hatin. Hikûmet baş dizane ku li wir sûc kiriye. Çi dibe bila bibe, Çapemeniya Azad wê li ser şopa hevalên xwe yên hatin qetilkirin bimeşe. Çapemeniya Azad çi dibe bila bibe li ser pêyan e û zindî ye. Ger Çapemeniya Azad gav paşde biavêta, dema rojname dihatin bombekirin, Apê Musa dihat qetilkirin, hevalên me di nava kolanê de dihatin qetilkirin wê gav paşde biavêta.”

‘Em ê li dû heqîqeta hevalên xwe bin’

Hevseroka Wan MEBYA-DERê Hanim Kaya jî bal kişand ser zextên li ser Çapemeniya Azad û destnîşan kir ku Çapemeniya Azad ti carî serê xwe netewandiye û natewîne jî. Hanim Kaya, di şexsên Nazim Deştan û Cîhan Bîlgîn de şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr anî û got: “Deştan û Bîlgîn li Rojava hertiş bi awayekî zelal ji cîhanê re radigihandin. Ew û rêhevalên wan li heqîqetê xwedî derketin, lewma xwestin vê heqîqetê bifetisînin. Çawa ku heta îro gelê Kurd li dijî qetlîaman serê xwe netewandiye, wê Çapemeniya Azad jî serê xwe netiwîne û pênûsên hevalên xwe li erdê nehêle. Em çiqas bên girtin, bên kuştin jî em ê li dû heqîqeta rêhevalên xwe bin. Serê Çapemeniya Azad û serê gelê Kurd ê birûmet sax be.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Komîsyon girîng e lê ne her tişt e

Komîsyon girîng e lê ne her tişt e

7 TEBAX 2025
Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

7 TEBAX 2025
Mêşvanê 27 salan: Ji ber hingivê sexte em nikarin kar bikin

Mêşvanê 27 salan: Ji ber hingivê sexte em nikarin kar bikin

7 TEBAX 2025
40 sal in cilûbergên Kurdî didirû

40 sal in cilûbergên Kurdî didirû

7 TEBAX 2025
ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

ROJEVA 7ê TEBAXA 2025an

7 TEBAX 2025
Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

6 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (85)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne