Enqere – Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz beşdariya nûnerên Kurd a li konferansa Munîhê nirxand û anî ziman ku wêneyê derketiyê ji Tirkiye, Sûriyê û dewletên Ereb re peyamek bû û got: “Amerîka dibêje ez li cem HSDê me. Amerîkayê bi awayekî fîlî xweseriya Kurdan qebûl kiriye.”
Li Almanyayê Konferansa 62emîn a Ewlehiyê ya Munîhê ku her sal bi rojeva ewlehiyê bi tevlîbûna gelek dewletan tê lidarxistin îsal bi beşdariya nûnerên Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi awayekî fermî beşdarî konferansê bûn. Wezîrê Karên Dervê yê Sûriyeyê Esad Şeybanî û şandeya bi wî re jî li gel Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed tevlî konferansê bûn.
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed li konferansê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Robio, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Wezîrê Derve yê Siûdî û gelek nûnerên dewletan re hevdîtin kirin. Hat ragihandin ku di hevdîtinan de rewşa Rojavayê Kurdistanê, piştî peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê de parastina mafê Kurdan hatine rojeve.
Tevlîbûna nûnerên Kurd li konferansa Ewlehiyê ya Munihê di çapemeniya cîhanê de jî deng veda. Ji aliyê din ve jî piştî peymana 29ê Çileyê rewşa Rojavayê Kurdistanê dê çi bibe, mafên gelê Kurd û gelên li Sûriyeyê dê çawa bên parastin ji aliyê raya giştî vê ji nêz ve tê şopandin. Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz têkildarî beşdariya nûnerên Kurd li konferasnê, geşedanên li Rojava û Sûriyeyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Beşdariya konferansê ya nûnerên Kurd peyamek bû’
Mustafa Pekoz anî ziman ku Konferansa Munîhê di qada navneteweyî de weke civîna Davosê konferanseke mezin a cîhanê ye û tevlîbûna nûnerên Kurd li konferansê wiha nirxand: “Tevlîbûna nûnerên Rêveberiya Xweser ji bo vê konferansê pirr girîng e. Taybet jî ji aliyê dîplomasiyê ve. Tevlibûna nûnerên Rêveberiya Xweser di heman demê de di hevsengiya Sûriyeyê de jî xwedî cihekî taybet e. Yanî hem nûnerê Şamê û hem jî nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn. Ew jî tê vê wateyê; ji aliyê temsîliyetê ve wekheviyê pêk tînê. Temsîla HSDê û Kurdan li konferansê ji aliyê şênberbûna pozîsyona Kurdan ve jî roleke mezin dilîze. Yanî beşdariya nûnerên Kurd li konferansê tê vê wateyê; yek beyî Kurdan li Sûriyeyê tu pirsgirêk çareser nabin. Ya didoyan jî ew e ku bêyî Kurdan aramiyek li herêmê pêk nayê. Ji bo temsîleyeta wekhev li Sûriyeyê peyameke dîplomatîk bû.”
‘Amerîkayê bi awayekî fîlî xweseriya Kurdan qebûl kiriye’
Mustafa Pekoz têkildarî siyaseta Amerîkayê ya li ser Rojava û Sûriyeyê anî ziman ku Amerîkayê bi awayekî fîlî xweseriya Kurdan qebûl kiriye û wiha axivî: “Li gorî min siyaseta Amerîkayê li Sûriyeyê tu car neguherî. Piştî êrişan jî ji aliyê Senatoya Amerîkayê ve li dijî Trump gelek bertek hatin nîşandan. Helbet berteka Kurdan di vê yekê de bandor kir. Li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat Kurd derketin qadan. Bi milyonan Kurd û dostên Kurdan bi rojan li kolanan zext li dewletên Ewropa û Amerîkayê kirin. Ev jî bû sedem ku Amerîka û hezên navdewletî polîtikayên xwe biguherînin. Li Şamê bi çavderiya Tom Barrack metneke teslîmiyete danîn pêş Mazlum Ebdî. Mazlum Ebdî jî teslîmiyet red kir û vegeriya Rojava. Piştî wê geşedanên qewimîn hevsengiya wê demê guherand. Di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Robio de Mazlum Ebdî, Îlham Ehmed û nûnerê Şamê bi hev re beşdar bûn. Di wir de jî peyamek heye. Dibêjin em we bi awayekî wekhev li peşberî xwe didin rûniştandin. Pozîsyona HSDê qebûl dikin. Vê peyamê didin Sûriyeyê. Ji ber ku Amerîkayê jî nîqaşên mezin çêbûn. Ji ber ku hemû kesan dît bêyî Kurdan tu çareserî li Rojhilata Navîn pêk nayê. Amerîkayê bi awayekî fîîlî qebûl kiriye ku li Sûriyeyê herêmeke xweser a Kurdan pêk were. Serokê Fransayê Macron bi gotina ‘Şervanê Azadiyê’ Mazlum Ebdî peşwazî kir. Macron li wir jî got ku heta Kurd li Sûriyeyê hemû mafên xwe bi dest bixînin ew ê rewşe bişopînin. Li Sûriyeyê felaketeke mezin pêk hat lê piştî vê felaketê HSDê careke din di qada navneteweyî de bi pozîsyona xwe ya eskerî û polîtîk hat temsîlkirin. Konferansa Munîhê jî ev yek tescîl kir.”
‘Amerîka peyama ez li cem HSDê me dide’
Mustafa Pekoz bi lêv kir ku di konferansa Munîhê de Amerîkayê peyamek daye Tirkiyeyê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye ji beşdariya Rêveberiya Xweser a konferansê haydar bû. Tirkiye pozîsyona niha ya Rêveberiya Xweser qebûl kiriye. Amerîka wêneyê bi Mazlum Ebdî, Îlham Ehmed û Esad Şeybanî re peyameke dide Tirkiye û dewletên Ereb. Dibêje em li cem HSDê ne. Ez wisa difikirim ku Tirkiye jî dê piştgiriya vê pêvajoyê bike. Di demekê kin de piştî çareseriya van pirsgirêkan ji aliyê Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî ve serdaneke dîplomatîk dibe ku ji Tirkiyeyê re bê kirin. Di nav çend mehên pêş me de tê payîn ku hinek şênber bibe. Piştî ku komîsyonê rapora hevpar radestî Meclîsê kir dê encamên hê berbiçav derkevin holê.”
‘Tirkiye dê hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne’
Mustafa Pekoz derbarê peyamana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê de jî anî ziman ku di rojên pêş de Tirkiye neçare ku hêzên xwe ji Efrînê û Serêkaniyê bikişînê û wiha gotî: “Ez wisa difikirim ku Tirkiye dê hêzên xwe ji Rojava bikişîne. Ji ber ku HSDê dê entegreyî artêşa Sûriyeyê bibe. Di demen pêş de HSDê dê dîsa ewlehiya sînoran bigire. Lê niha li ser navê artêşa Sûriyeyê ye. Heke Tirkiye li wir bimînê ji aliyê Şamê ve jî pirsgirêk e. Tirkiye nikare li wir bimîne. Heke bimîne hêzên navdewletî dê zextê li Tirkiyeyê bikin. Di demên pêş de ev yek jî dê çareser bibe.”
‘Ji niha şûn ve ya girîng di destûrê de naskirina mafê Kurdan e’
Mustafa Pekoz destnîşan kir ku êrişên Rojava yekîtiya Kurdan jî pêk aniyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurd li her derê bi yek dengî derketin qadan. Ji bo wê jî ez ne bawerim careke din plana tasfiyeya Kurdan bixin meriyetê. Ya herî girîng jî ev e; geşedanên niha li Sûriyeyê pêk tên girîng lê niha di bingehê de destûrek bingehîn tune ye. Ji bo vê yekê jî ya girîng pêkanîna destûrê ye. Heta di destûrê de mafên Kurdan û gelên herêmê neyên mîsogerkirin pirsgirêk dê berdewam bike. Jixwe Sûriye bi awayekî hatiye parçekirin. Ji niha şûn ve ya ku xuya dike li Sûriyeyê pergaleke federatîf e û di destûrê de mafên Kurdan bên mîsogerkirin. Ya ku ji niha şûn ve Kurd li ser bisekinin û di dîplomasiyê de bînin ziman ew e ku pêkanîna destûrê ye. Divê têkiliya Rêveberiya Xweser bi Başûrê Kurdistanê re berdewam bike.”













