9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku 200 weşangeh beşdar bûne di roja duyemîn de bi eleqeyek mezin dest pêkir. Pêşengeh dê bi danasîna pirtûkan panel û semineran bidome.
9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê li Navenda Fuara Mezopotamyayê di roja duyemîn de didome. Xwîneran hatin serdana pêşengehê eleqeyek mezin nişanda pirtukan dan. Pêşengeha ku sibehê saet di 10an de desp pê kir, bi bername û danasîna weşanxane û pirtukan didome.
Pêşengeha ku dê 9 rojan bidome, 200 weşangehan stand vekirine û 31 stand ji weşanên Kurdî pêk tên. Li ser standan gelek cureyên pirtûkan cîh digrin. Gel eleqeyek mezin nişanê standan didin. Pêşengeha pirtûkan dê sibê di roja sêyemîn de bidome. Pêşengeh her roj saet 10.00an de vedibe û saet di 19.00ê êvarî de tê girtin.