Peymana di navbera HSD û rêveberiya Şamê di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt û bi gotina, “Kurd di rewşa heyî de bêhtir biavantaj in” destkeftiyên peymanê hatine destnîşankirin.
Peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pêk hatî di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt. Reutersê di nûçeya xwe ya bi sernavê “Hikûmeta Sûriyeyê û Kurdan di mijara entegrasyonê de lihev kir, DYA’yê weke ‘qonaxeke dîrokî’ nirxand” de cih da kitekitên peymanê. Di nûçeyê de her wiha cih da nêrînên Şêwirmendê Koma Krîza Navneteweyî (International Crisis Group-IGC) Noah Bonsey ku peyman weke qonaxeke dîrokî dinirxîne û dibêje ji bo her du aliyan rêyekê navberê hatiye dîtin. Di heman demê de hate gotin ku Tirkiye vê peymanê jinêzve dişopîne.
‘Kurd li gorî peymanên din bi avantajtir in’
The Guardianê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Hikûmeta Sûriyeyê û hêzên Kurd di mijara agirbesta mayinde de lihev kir” de îşaret bi destkeftiyên peymanê kir û got: “Peymana di roja înê de hate mohrkirin, li gorî peymanên agirbestê yên berê ji bo rêveberiya Kurd bêhtir biavantaj e.”
‘Peymanek jiyanî ye’
Press Digital a navenda wê Spanya jî cih da hûrgiliyên peymanê û axaftinên Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê José Manuel Albares ên têkildarî peymanê. Di nûçeyê de Albeares peymana heyî weke peymaneke jiyanî dibîne û dibêj: “Tenê pêvajoyeke ku li hemû derdoran guhdarî dike û tevlibûna tevahiya civaka Sûiryeyê dikare bingeha aştiyeke mayinde biavêje.”
‘Armanc tengavkirina HSDê bû’
The Nationalê jî peyman derxist pêş û got ku armanca êrişên beriya peymanê ew bû ku “HSDê li cihekî nêzî sînorê Tirkiyeyê tengav bike.” Syriac Pressê jî pêşnûmeya Lindsey Graham û Richard Blumenthal pêşkeşî Senatoya DYAyê kirî, bi bîr xist. Syrîac Pressê bi sernava, “HSD û hikûmeta Sûriyeyê peymana agirbest û entegrasyonê mohr kir; ji DYAyê teklîfa ‘Qanûna Parastina Kurdan’ balkişand ser pêşketinana.
‘Bêaqiliya Ingilîzan dibe DAIŞê vejîne’
Di heman demê de The New York Times, Financial Times, Associated Press (AP), Deutsche Welle (DW), The Washington Post û gelek weşanên din jî cih dan peymanê. Di heman demê de bêdengiya welatên rojavayî ya li dijî êrişên ser Rojava jî di rojeva çapemeniya cîhanê de bû.
The Telegraph a Ingilistanê di nûçeya xwe ya bi sernavê “Bêaqiliriya Ingiliîzan, dike ku barbariya DAIŞ’ê dîsa derkeve holê” de got: “Êrişa hikûmeta Sûriyeyê li dijî Rojava ku Kurd birêve dibin qonaxeke girîng e. Û welatên Rojava, dibe ku ji ber vê pêşnedîtina xwe poşman bibe.”













