Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) naveroka peymana ku bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re hatiye îmzekirin eşkere kir, li gorî peymanê dê hêzên leşkerî ji xetên pêşîn vekişin û 4 tugayên leşkerî werin avakirin. Ev tugayên leşkerî 3 jê li herêma Cizîrê û yek jê jî li Kobanê dê were bicîhkirin. Di peymanê de mafên Kurdan yên siyasî û netewî bi awayekî vekirî tê teqez kirin.
Peymana di navbera HSDê û hikumeta demkî a Sûrî de hate ragihandin. Peyman li ser gelek xalên giring hatiye sazkirin û weke peymaneke eslî hate teqez kirin. Di peymanê de hin xalên ku li ser niqaş bên kirin hebin jî ev peyman weke serdemeke nû ji bo Sûrî û Rojava tê dîtin. Peyman bi awayeke gav bi gav hatiye amadekirin û ji her gavê re dem hatiye danîn. Gavên ku demlidest bêne pêkanîn hene û gavên ku di nava demê de bêne pêkanîn hene. Bi awayeke vekirî mirov dikare bêje ev peyman serkeftina aliyê Kurd e û teqezkirina herêma xweser a Rojava ye. Her wiha li gorî Hevseroka Daireya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand ku garantorê vê peymanê Fransa û Amerîka ne.
Niha em berê xwe bidin berfirehiya naveroka peymanê û gelo ev peyman bi taybet ji bo Kurdan tê çi wateyê, em xal bi xal şîroveya wê bikin.
Agirbest û vekişîna hêzên leşkerî
Li gorî peymanê xala sereke di navbera hikumeta Surî û HSDê de peymanek agirbestê hatiye îmzekirin.
Ev xal girînge, ji ber ku ev bi rojan e li ser herêmên Rojava êrîşeke berfireh û hovane heye. Li gorî vê agirbestê hêzên hikumeta Surî dê ji herêmên pêş xwe vekişînin û êrîşên xwe bidin rawestandin. Dê hemû girtin û serdegirtin rawestin. Hêzên leşkerî yen bi ser hikumetê wê xwe bi tevahî vekişînin heta herêma Şeddadê yê başûrê Heseke. Her wiha dê hêzên HSDê jî xwe bikişînin baregehên xwe yên hatine diyarkirin.
Di çarçoveya vê xalê de dê HSD parastina girtîgehên DAIŞê bidomîne û piştgiriya lojîstîkî ya tevahî ji bo pêvajoya berdewama tahliyeyên girtiyên DAIŞê bike.
Di peymanê de her wiha di der barê entegrasyonek qonax bi qonax a hêzên leşkerî û îdarî ji her du aliyan li hev kirine.
Li gori vê xalê piştî hêzên herdu aliyan xwe ji êniyên pêşîn vekişandin li ser entegrasyona leşkerî de giftûguh bêne kirin û xebateke berfireh bê meşandin. Çavkaniyên leşkerî tînin ziman ku ev xal bi taybet ji bo hêzên HSDê xalek girînge û wateya peymanê dê derxe holê.
3 tugayên HSDê têne avakirin
Li gorî peymanê entegrasyona hêzên ewlehiyê li herêmê dê were destpêkirin. Dê di bin banê Wezareta Bergiriyê de riqeyek (tumen) ji 3 tugayên leşkerî yên HSDê were avakirin û tugayek li Kobanê girêdayî Parêzgeha Helebê were avakirin.
Ev xal jî xala herî girîng yê peymanê ye. Ji ber ku di muzakereyên beriya niha de tişta sereke ku wek pirsgirêk derdiket holê ev mijar bû. Niha tê xuyakirin ku hêzên HSD dê hebûna xwe biparêzin. Ev yek ji bo ewleyehiya Kurdan weke xaleke jêneger tê dîtin. Ji ber ku tiştên di nava salekî de li tevahiya Sûrî hate jiyîn, bê ewlehiya gelên li vê welatî radixist ber çavan. Herî dawî êrîşa li ser Rojava jî vê yekê piştrast kir. Hebûna hêzên HSDê li Rojava weke garantoriya ewlehiyê tê dîtin.
Entegreya bajarên Hesekê û Qamişlo
Xaleke din ya girîng ew e ku heyetên Wezareta Karên Hundirîn dê têkevin navendên bajarên Heseke û Qamişloyê.
Ev xal jî xala herî balkêş yê peymanê ye. Her çiqas di aliyê pêkanînê de ne zelal jî xuya bike, di eslê xwe de ji bo Kurdan aliyê wê yê neyînî xuya nake. Ji ber ku ev xal di peymana 10ê Adarê de jî cîh digirt. Li gorî vê xalê hêzên ewlehiyê bi awayêke leşkerî na, lê weke hêzeke ewlehiyê ya hundirîn ji bo cibicikirana saziyên sivîl dê bêne van bajaran. Di çarçoveya vê xalê de dê li bajarên Hesekê û Qamişlo her yek ji 15 wesayitên ewlehiyê pêk tê bi cîh bibin û piştî hêzên ewlehiya hundirîn ya HSDê jî entegreyê Wezareta Karên Hundurîn bûn ev hêza ji Şamê hatiye dê vekişin.
Dîsa li gorî peymane dê li bajarên Rojava rêveberên herêmî werin tayîn kirin, waliyê Hesekê dê ji hêla HSDê ve were tayîn kirin, Midurê Ewlehiyê bi pêşniyara hikumeta navendî dê ji hêla walî ve bê tayînkirin, Alîkarê Wezîrê Bergiriyê dê ji hêla HSDê ve bê diyar kirin. Ev gav dê heta 2ê Sibatê pêk bê.
Tesîsên petrolê û balafirgeh
Li gorî peymanê di gava sêyemîn de dê tesîsên girîng û karûbarên lojîstîk pêk bên. Ev yek dê di nava 10 rojan de pêk were.
Li gorî vê xalê qadên petrolê yên weke Rimêlan û Suveydayê dê ji hêla Wezareta Enerjiyê ve bê teslîmgirtin. Lê xebatkarên van tesîsên petrolê dê dîsa yên herêmî bin. Yên ku tesîsên petrolê bi rê ve bibin kesên ku berê li wir dixebitîn bin.
Ev yek ji bo yekrêziya hikumetê xalek girîng e lê helbet ji bo herêmên ku netewê din lê dijîn jî rêvebirina van tesîsan cihek taybet e.
Dîsa dê Balefirgeha Kamişloyê wê entegreyê Saziya Hewayî ya Sivîl bê kirin. Li vir dê hikumeta navendî serwer be lê dîsa jî memûr û xebatkarên balefirgehê ji herêmê werin tayînkirin.
Weke tê zanîn ev gav jî di peymana 10ê Adarê de cîh digirt. Yanî aliyê Kurd ji bo vê yekê pirsgirêk dernedixist. Ji ber ku her çikas ev tesîs û deriyên sînor bi ser wezaretên hikumeta navendê be jî reveberiya wê di ji hêla kesên herêmê ve pêk bê.
Rewşa deriyên sînor
Li gorî peymanê gava sêyemîn entegrasyona saziyên sivilin. Ev gav dê di nava mehekê de bikeve meriyetê.
Di çarçoveya ve gavê de ekibeke girêdayî Miduriyeta Giştî ya Deriyên Sînor a Bejahî dê bêne şandin ji bo deriyên Sêmalka û Nisêbînê. Dê deriyên sînor ji veguhistina çek û kesên biyanî re were girtin û derî demlidest bikevin meriyetê.
Li gorî xaleke din ya vê gavê, dê saziyên sivîl yên wilayeta Hesekê jî li hikumetê bêne entegrekirin. Dê saziyên rêveberiya xweser bi saziyên dewletê re entegre bibin û kesên di van saziyan de dixebitin dê wergirin kadroyê û xebitandina wan bê pesendkirin.
Ev gav jî ji bo welateke serwer weke gaveke jêneger tê dîtin. Helbet ev yek nayê wê wateyê ku kesên ji cihên din yê Sûrî werin û bikevin herêma Kurdan. Helbet ev sazî dê ji hêla kesên rêveberiya xweser ve bêne birêvebirin. Lewma weke xetere nayê dîtin.

Mafên Kurdan yên siyasî û netewî
Di peymanê de herî dawî hikmek ji bo tevahiya pêvajoyê û ji bo tevahiya aliyan gire dide heye. Mirov dikare bêje aliyê herî girîng yê peymanê ye.
* Li gorî ve gavê, qedexekirina ketina hêzên leşkerî bo nav bajar û bajarokan ji aliyê hemû aliyan ve, bi taybetî li herêmên Kurdî tê teqez kirin.
* Her wiha misogerkirina wekhevî û pejirandina fermî ya hemû dîplomeyên seretayî, navîn, amadeyî û zanîngehê û sertîfîkayên dibistanên pîşeyî yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine dayîn.
* Dîsa lîsanskirina hemû rêxistinên herêmî, çandî û civaka sivîl û saziyên medyayê li gorî qanûnên wezaretên peywendîdar tê ferzkirin.
* Wekî din çareserkirina pêvajoya perwerdehiyê ya civaka Kurd bi hevkariya Wezareta Perwerdehiyê û li ber çavan girtina taybetmendiyên perwerdehiyê tê misogerkirin.
* Herî dawî xala herî girîng jî misogerkirina vegera hemû kesên koçber (yên li Efrîn, Şêx Meqsûd/Eşrefiyê, Serêkaniyê) bo bajar û gundên xwe û destnîşankirina rêveberên herêmî di nav rêveberiyên sivîl ên li van herêman de.
Di vê gava dawîn de mirov dikare bêje mafên Kurdan yên siyasî û netewî bi awayeke berbiçav tê teqez kirin. Ji hêla ewlehiyê ve herêmên Kurdan têne parastin û ewlehiya welatiyan tê garantîkirin. Dîsa bi taybet ji aliye perwerdeyê de destkeftiyên xuyayî mirov dibîne. Ya herî girîng jî herêmên Kurdan ku ev bi salan e di bin dagirkeriya çeteyan û dewleta Tirk de ye careke din radestî gelên herêmê tên kirin. Welatiyên ji van deveran koçber bûne dê vegerin cih û warên xwe û xwe birêve bibin. Her wiha kesên ku wek dagirker li van herêman e dê bêne derxistin.
Serkeftinek mezin ji bo Kurdan
Weke encam mirov dikare bêje ku Kurdan piştî berxwedana xwe ya li dijî êrîşên ser herêmên xwe destkeftiyek berbiçav bidest xistin û rêveberiya xweser careke din pesend kirin. Helbet aliye entegrasyonê jî ji bo Sûriyeyeke yekgirtî û ewle gaveke dîrokî ye. Ev rewş dê bandoreke mezin hem li pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn bike, hem jî ji bo polîtîkayên hêzên hegemon li Rojhilata Navîn dê rûpeleke nû veke.
Bi vê peymanê Kurd dibin hêzeke yekem ku bi hêzên navnetewî û bi taybet bi Amerîkayê paşde gav dane avêtin. Ev yek jî dê hêza Kurdan li cîhanê careke din bide xûya kirin û dê bê zanîn ku beyî Kurdan li Rojhilata Navîn tu hesab nayên kirin.













