Komîteya amadekar a Newrozê ragihand ku şahiyên Newrozê yên bajarê Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê taloq bûne û dê li van bajaran Newroz di 24ê Adarê de bê pîrozkirin.
Komîteya amadekar a Newrozê ji bo şahiyên Newrozê yên li herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê hat xwendin. Endama komîteyê Şêrîn Dawûd daxuyanî xwend.
Komîteyê ragihand ku dê di 21ê Adarê de li bajarên Dêrik, Amûdê û Girgê Legê yên herêma Cizîrê Newroz bê pîrozkirin.
Li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê pîrozbahî taloq bûn, dê li wan bajaran Newroz 24ê Adarê saet di 11.00an de li cihên hatibûn diyarkirin bê pîrozkirin.













