Nivîskar Suphî Îzol pirtûka xwe ya nû ya bi navê ‘Eşîra Îzol’ li Weşanxaneya Payîzê ya li Amedê ji bo xwendevanên xwe îmze kir.
Nivîskar Suphî Îzol pirtûka xwe ya lêkolînê ya nû ya bi navê ‘Eşîra Îzol’ ku li ser kok, dîrok û belavbûna yek ji eşîrên herî mezin a herêmê hatiye amadekirin, li Weşanxaneya Payîzê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji bo xwendevanên xwe îmze kir. Gelek kes beşdarî bernameya îmzeyê bûn. Suphî Îzol piştî pirtûk îmze kir, li ser dîroka eşîrê ya hezar û 100 salî, serhildanên serdemên borî û encamên lêkolînên xwe yên li ser dîroka devkî nirxandinên girîng axivî.
Nivîskar Suphî Îzol di axaftina xwe de bal kişand ser kok û dîroka eşîrê û diyar kir ku herêma navbera Amed û Mêrdînê di serdema Merwanî de ya wan bûye. Suphî Îzol da zanîn ku di şerê Qudsê de leşkerên Selahedînê Eyyûbî ligel wan bûne û ev tişt anî ziman: “Eşîra Dilovan taybetmendiyên herî girîng ên vê herêmê, wekî Mezopotamyayê dijî. Îro jî piranî li Amed, Qerejdax, Riha, Mêrdînê ye, heta ji binê Mêrdînê derbasî binxetê, Dirbêsiyê dibe. Her wiha ji Dêrsîm heta Semsat, Kehta, Besnî, Sincik û Kîlîsê jî piranî hene.”
Suphî Îzol herî dawî li ser ziman û xebata xwe ya lêkolînê rawestiya û diyar kir ku piranî bi Kurmancî diaxivin, lê li herêmên wek Çêrmûg, Sêwreg, Dêrsîm û Pilorî zaravayê Dimilî diaxivin û wiha bi dawî kir: “Di vê xebatê de min zêde li ser belgeyên Osmanî, Îranê û Ereban lêkolîn kir, piranî arşîv in. Dûre jî min cih daye dîroka wan a devkî jî. Piranî û belge û dîroka devkî ji xwe hevdu digirtin. Ev xebat nîşan dide ku dîroka Kurdan ku ji eşîran pêk tê, gelek eşîrên din jî di vê de hene.”
















