Navenda Nûçeyan – Hevserokê Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo da zanîn ku bi hatina HTŞê re revandin, kuştin zêde bû û qeyran kûrtir bû û got: “Hikûmeta demkî ya Şamê erka ji bo peymanên 10ê Adarê û 1ê Nîsanê pêk neanî. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dorpêçê de ne.”
Di 8ê kanûna 2024an de HTŞê dest danî ser hikûmeta Baasê û rejîma Beşar Esad hilweşiya. Piştî hilweşîna Rejîma Esad, HTŞê di serokatiya Ahmet El Şera de hikûmeta demkî ava kir. Di vê pêvajoya 2025an de di navbera QSDê û HTŞê de li Şamê peymana 10ê Adarê hat îmzekirin. Dîsa li Helebê di navbera Rêveberiya Meclisa Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û Rêveberiya Helebê de de peymana 1ê Nîsanê hat îmzekirin. Li gorî peymana 10ê Adarê diviya bû, entekrasoneke demokratîk pêk bê, hemû bawerî, zimand, çand û nasname bi zagonên demokratîk bêne parastin, vîna Rêveberiya Xweser bê qebûlkirin û koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vegerin ser axa xwe û li ser axa xwe bêne parastin. Dîsa di peymana 1ê Nîsanê de jî hatibû xwestin ku vîna Rêveberiya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bên esasgirtin û dorpêça li ser taxan bi dawî bibe. Lê heta niha hikûmeta Şamê û rêveberiya Helebê tu gavên şênber neavêtine. Têkildarî polîtîkayên hikûmeta demkî ya Şamê Hevserokê Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo nirxandin kir.
Hevserokê Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo anî ziman ku salek di ser hilweşîna hikûmeta Basê re derbas bû û hikûmeta demkî ya HTŞê bû desthilat û wiha got: “Hilweşîna hikûmeta Baasê ji bo hemû gelê Sûriyeyê û pêkhateyên wê bû cihê kêfxweşiyê. Hilweşîna pergala otorîter a 51 salan bû cihê kêfxweşiyê. Bi hilweşîna rejîma Baasê re em ji destpota 51 salan xelas bûn. Me hevî kir ku em bi hikûmeta nû siberojeke demokratîk ku hemû ziman, çand û bawerî karibin bi hevre bijîn, pêşwazî bikin. Me hêvî kir ku hikûmeta nû, bi edalet, demokratîk tev bigere. Lê salek me li pey xwe hişt, bi qasî dihat hêvîkirin kêfxweşî û bendewarî pêk nehat. Mixabin kaos û zordestiya berê bi awayekî din hat pêşiya me.”
Di dema HTŞê de kuştin û revandin zêde bû
Nûrî Şêxo da zanîn ku bi hatina HTŞê re dîsa şer dest pê kir û mecliseke tayînkirî hat avakirin û wiha pêde çû: “Xwestin dewleteke îslama radîkal ku ji aliyê yek navendê ve tê rêvebirin ava bikin. Xwestin dîsa dewleteke sûnî ku yek reng, yek fikr, qek al û yek baweriyê esas digire serdest bikin.”
Nûrî Şêxo da zanîn ku tê dîtin HTŞ ji aliyê hêzên derve bû desthilat û di aliyê aborî, siyasî û çekdarî de piştgirî hat dayîn û got: “Me di salekê de dît ku şer, kuştin, dizî, destdirêjî zêdetir bûye. Me dît ku şerê li dijî durzî, elewiyan zêde bûye. Amadekariya şerê li dijî Kurdan tê kirin.”
Peymana 10ê Adarê
Nûrî Şêxo anî ziman ku di serdema HTŞê de parçekirin zêde bûye û metirsiya li ser ruyê erdê zêde bûye û wiha lê zêde kir: “Piştî êrîşa li dijî durzî û elewiyan me dît ku dixwazin êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bikin û me tedbîrên xwe girtin. Di 10ê Adarê de di navbera Mazlum Ebdî û Ahmet Şera de peyman hat îmzekirin. Hat xwestin ku mafê hemû gelê Sûrî bê parastin. Bi awayekî hevbeş siyaset bê kirin. Hat xwestin ku gelê Kurd jî wekî hemwelatiyên Sûriyeyê ji hemû mafên xwe sûdê bigire û ev maf bi zagonan bê mîsogerkirin. Hat xwestin li hemû axa Sûriyeyê şer bê rawestandin û hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê bê çareserkirin û entegrasyona demokratîk pêş bikeve. Dîsa hat xwestin hemû koçber vegerin ser axa xwe û mafên wan bên parastin.”
Kî mafê gelê Kurd naxwaze?
Nûrî Şêxo bilêv kir ku eger ev peyman pêk nehatibe sedema wê hikûmeta HTŞê û Tirkiye ye û got: “Kî naxwaze Kurd bibin xwedî mafê demokratîk? Kî naxwaze li tevahiya Sûriyeyê şer bê rawestandin? Kî naxwaze entegrasyona demokratîk pêk bê û kî naxwaze koçber vegerin ser axa xwe? Kî dixwaze şerê navxweyî zêde bibe? Helbet em dikarin bibêjin dewleta dagirker a Tirkiyeyê ye.”
Nûrî Şêxo bal kişand ser peymana 1ê Nîsanê ya di navbera rêveberiya Heleb û taxên Kurdan de pêk hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser 14 bendan tifaq kirin. Ji bo van xalan yek bi yek pêk bîne di 1ê Nîsanê de bi raya giştî re hat parvekirin. Vê peymanê hêviyek mezin da civakê. Lê wekî peymana 10ê Adarê xwestin peymanê xera bikin û asteng bikin. Van hewldanên xerakirina peymanê birînên gel nû kir. Heta niha ev 14 xalên ku hatibûn îmzekirin neketine meriyetê. Komên wekî hemzat, emşat û komên din bi fermana Tirkiyeyê tev digerin û naxwazin ev peyman têkeve meriyetê.”
Qeyran zêde ye
Nûrî Şêxo da zanîn ku qeyraneke mezin li Helebê heye û wiha got: “Herdu taxên Kurdan nêzî 3 sal in di bin dorpêçeke mezin de ye. Ev dorpêç li ser jiyana şêniyên taxê bandoreke mezin çêdike. Her tim zemîna şer derkeve heye. Ji bo rê li pêşiya şer vekirin 24 saetan di nava hewldanan de ne. Di her kêliyê de dixwazin şer derxin. Komên girêdayî Tirkiyeyê her dem dixwazin rê li pêşiya diyalogê bigirin.”
Tax di dorpêçê de ne
Nûrî Şêxo bibîr xist ku derbasî demsala zivistanê dibin, lê dorpêç berdewam dike û wiha bi dawî kir: “ “Dibe ku hin rê hatibin vekirin. Lê ew mirovên ku diçin û tên rastî heqaret, tundî û gotinên qirêj tên. Rastî zextên pir cuda tên. Dema dixwazin wan digirin. Zextên pir mezin li ser welatiyan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hene. Ji ber dorpêçê alav û amûrên pêdiviyên jiyanê kêm bûne. Hemû pêdiviyên jiyanê ji ser taxê hatine qutkirin. Dibistan ji gelek pêdiviyan bêpar e. Sir û seqem zêde ye. Lê sotemenî û mazot tune ye. Ji ber sir û sermayê malbat zarokên xwe naşînin dibistanê. Li van taxan nêzî 400 hezar mirov dijîn. Lê nikarin pêdiviyên jiyanê temîn bikin. Ji ber sotemenî û mazot tune şaredarî nikare xizmetê bide gel. Di aliyê tenduristiyê de jî gefek mezin li ser gel heye. Ji ber dorpêç heye, xebata binesaziyê jî nayê kirin. Hemû xebat li ser mazotê ye. Ji ber mazot xelas dibe xizmet jî nayê kirin. Zivistan e. sotemenî tune. Ceyran tune. Ji ber vê yekê gel zor û zahmetiyên mezin dijîn. Gel nikare xwe ji ser, seqem û nexweşiyan biparêze. Lê gel mecbûre li dijî vê yekê xwe biparêze û vîna xwe nîşan bide. Gelê taxan dê lijî vê dorpêçê û zextên ku têne meşandin serî netewîne û vîna xwe teslîmî tu kesan nekin.”













