Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkildarî êrişên ser Rojavayê daxuyanî da û wiha got: “Feraseta DAIŞê didome.”
Bi banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatan maş û daxuyanî tên lidarxistin. Platforma Ked û Demokratiyê ya Dêrsimê li dijî êrişên çeteyên girêdayî HTŞê û Tirkiyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Gelê Rojava ne bi tenê ye, Rojava bi berxwedan û azadiyê dijî, teslîm nayê girtin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Platforma Ked û Demokrasiyê Ozcan Ateş û Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû axivîn.
Feraseta DAIŞê didome
Ayten Kordû di bal kişand ser dîroka komkujiya Dêrsiê û wiha got: “Em feraseta DAIŞê di komkujiya Dêrsimê de nas dikin. Feraseta komkujiya Dêrsimê niha jî berdewam dike.”
Gelê Dêrsimê bi Rojavayê re ye
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên ser gelê Kurd û gelê li herêmê xeteriyeke mezin e û wiha hat gotin “Hêzên navneteweyî jî perçeyê van êrişan in. Gelê Dêrsimê bi Rojavayê re ye. Êrişên li dijî gelê Rojavayê bidin sekinandin.”









