Hevberdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram derbarê Walitiyê Şirnexê yê gotibû ku birîna daran rawestandine anî ziman ku ew ji van gotinan bawer nakin û bila Walitiyê Şirnexê li ser hesabê xwe ye fermî de van gotinan parve bike.
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, li dijî daxuyaniya Walitiyê Şirnexê ku gotibû birîna daran rawestandine li taxa Bahçelievler ku li dijî birîna daran kampanyaya îmzayê dabû destpêkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endamên platformê û nûnerên saziyên demokratîk jî amade bûn. Hevberdevkê platformê Adnan Şenbayram di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku ew daxuyaniya walitiyê Şirnexê bawer nakin û bi fikar û hers in.
Adnan Şenbayram destnîşan kir ku li dijî birîna daran weke hertim niha şûn ve jî têkoşîna wan wê berdewam bike û ev tişt got: “Heftek berê me li dijî birîna daran kampanyaya îmzayê da destpêkirin. Walitiyê Şirnexê, Miduriyeta Daristanên Şirnexê û hevkarên desthilat ên herêmû ku heta niha li dijî birîna daran tu gotinek nekiribûn niha dibêjin birîna daran dane rawestandin. Lê ne gelê Şirnexê û ne jî em vê daxuyaniyê bawer nakin. Em li vir bang li Walitiyê Şirnexê dikin ku li ser hesabên xwe yên fermî de parve bikin û bêjin birîna daran me daye rawestandin. Her wiha ji bo bê testpîtkirin ku rastî jî birîna daran hatiye rawestandin destûrê bidin ku şandeyek biçe lêkolîn bike. Em xwezayê ji bi destên wê re bernadin. Em kampanya û îtîraz ne dawiyê destpêk e.”