Platforma Ked û Demokrasiyê ya Karsiyakayê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Rojava şermezar kir. Daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çawa sala 2014an hovîtiya DAİŞê têk çû wê dîsa bi vîna gelan bê têkbirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Karsiyakayê ya Îzmîrê li hemberî îskeleya Karşiyakayê daxuyanî da û êrişên li ser Rojava şermezar kir. Daxuyaniyê dirûşmeya ‘’Bijî berxwedana Rojava’’ hate berzkirin. Beriya daxuyaniyê parlamenterê DEM Partiyê ya Îzmîrê Îbrahim Akin axivî û got: “Êrişên li ser Rojava, ji birçîna û sermayê mirina insanan bi me dide nişan ku li Rojava rasterast sûcên dij-mirovî hene û li wir hiqûqa navneteweyî êdî ji holê hatiye rakirin.” Piştî axaftinê daxuyanî li ser navê platformê ji hêla Yaşar Seren ve hate xwendin.
Ya
şar Seren dest nişan kir ku em di qonaxeke wiha re derbas dibin ku li seranserê cîhanê êrîşên li dijî hiqûq û mafên mirovan her ku diçe hovtir dibin û wiha pê de çû: ‘’Hêzên global ji ber zêdetir qezenc bikin û desthilatdariya xwe bi hêztir bikin, bi awayeke çavbirçî ji aliyekî me ber bi karesat û qirkirinê ve dibin, ji aliyê din ve jî dibin sedema komkujiya gelan. Ev rewş ne tesaduf e. Zêdetir şer, zêdetir koçberî û zêdetir xizanî; encama tercîheke bi hişmendî û zanebûn e.”
Yaşar Seren dawiya daxuyaniyê de wiha bang li raya giştî ya demokratîk kir: “Piştevaniya bi gelê Rojava re ne tercîhek e; berpirsyariyeke li hemberî mirovahiyê ye. Çimkî tiştên ku niha li Rojava diqewimin ne meseleyeke ewlehiyê ye, polîtîkayeke tasfiyekirinê ye. Ev ne şerekî ji rêzê ye, dorpêçek e. Ev ne rewşeke demkî ye, meyleke bi zanebûn û domdirêj e.
Em hemû dizanin ku berxwedana ku xwe dispêre vîna gelan, tu carî nayê têkbirin. Çawa ku di sala 2014an, bi berxwedana Kobanê û vîna gelan, hovîtiya DAIŞê hate têkbirin; çawa ku şer, înkar û tarîtiya cihadîstan têk çû; wekî duh, îro jî li Rojava vîna gelan û têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê dê bi ser bikeve.’’
Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û çepikan bi dawî bû.













