Platforma Saziyên Demokratîk, derbarê êrişên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyaniyek da û piştî daxuniyê girseyê digel astengkirinên polîsan bi hewldaneke mezin bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” meşiya.
Platforma Saziyên Demokratîk, derbarê erîşên çeteyên HTŞ û SMOyê li taxa Asirlik a navçeya Menemen a Îzmîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de weke dovîz wêneyê Ala Rengîn û wêneyê Hêzên Asayîşa Helebê hatin bilind kirin û pankarta “Em li hemberî qetlîama li Rojava bêdeng namînin! Çareserî manîfestoya civaka demokratîk e” hate vekirin. Daxuyaniyê de gelek caran dirûşmeyên “Kurdistan goristan ji bo faşîstan”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Belkisa Suleymanoglu daxuyaniya Kurdî xwend.
Daxuyaniyê de Belkisa Suleymanoglu diyar kir ku modela civaka demokratîk ya ku li Rojava li dar e, temsiliyeta pêkvejiyana gel, bawerî û çandê dike û got: “Ev model, bi me dide nîşan ku pêkvejiyan pêkan e û rasterast li holê ye ku Rojhilata Navîn a ku bi sedan sala ye şer, înkar û bi yekperestiyê tê bi rêvebirin, pêşerojeke demokratîk pêk tê. Rojava modeleke demborî nîne, li hemberî kêşê û şerên cîhanî rêya aşitiyê li ber me vedike. Lewma jî Rojava bûye hedefê desthilatdariyan.”
Belkisa Suleymanoglu di dawiya daxuyaniyê de wiha bang li raya giştî kir: “Em hemû rêxistinên girse, ked û pîşeyan vedixwînin parastin û piştevaniya gelên Rojava. Bêdengiya li hemberî sûcên mirovî, şirîkatiya vî sûcî bi xwe ye.”
Daxuyanî bi meşeke girseyî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.














