• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çeteyên HTŞê û SMOyê Dêr Hafirê topbaran dikin

    Çeteyên HTŞê û SMOyê Dêr Hafirê topbaran dikin

    Bi deh hezaran kes ji bo Ziyad Heleb meşiyan

    Bi deh hezaran kes ji bo Ziyad Heleb meşiyan

    Xwendekarên Dîcleyê êrişên li ser taxên Kurdan şermezar kir

    Xwendekarên Dîcleyê êrişên li ser taxên Kurdan şermezar kir

    Dayikên Aştiyê serdana nobeta ÎHDê ya ji bo Rojava kir

    Dayikên Aştiyê serdana nobeta ÎHDê ya ji bo Rojava kir

    Cenazeyê Zeyad Heleb ji aliyê deh hezaran kes ve hate veşartin

    Cenazeyê Zeyad Heleb ji aliyê deh hezaran kes ve hate veşartin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe

    Platforma Saziyên Demokratîk: Divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çeteyên HTŞê û SMOyê Dêr Hafirê topbaran dikin

    Çeteyên HTŞê û SMOyê Dêr Hafirê topbaran dikin

    Bi deh hezaran kes ji bo Ziyad Heleb meşiyan

    Bi deh hezaran kes ji bo Ziyad Heleb meşiyan

    Xwendekarên Dîcleyê êrişên li ser taxên Kurdan şermezar kir

    Xwendekarên Dîcleyê êrişên li ser taxên Kurdan şermezar kir

    Dayikên Aştiyê serdana nobeta ÎHDê ya ji bo Rojava kir

    Dayikên Aştiyê serdana nobeta ÎHDê ya ji bo Rojava kir

    Cenazeyê Zeyad Heleb ji aliyê deh hezaran kes ve hate veşartin

    Cenazeyê Zeyad Heleb ji aliyê deh hezaran kes ve hate veşartin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe

    Platforma Saziyên Demokratîk: Divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Saziyên Demokratîk: Divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe

Amed / AW

13 ÇILE 2026 - 14:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO, WÊNE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk ku têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Çand Amedê daxuyanî da wiha got: “Kilîta neteteweya demokratîk, komara demokratîk û xwişk û biratiya dîrokî, di pêkanîn û sepandina Mafê Hêviyê de ye. Divê aktorê sereke yê aştiyê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ji bo eşkerekirina dîroka mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku ji ber şert û mercên zivistanê hatibû taloqkirin, li Çand Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên DEM Partiyê, DBPê, hevşaredarên DEM partiyê yên li Amedê, aktîvîstên TJAyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li civînê bûn. Civîn bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Di civînê de dirûşmên “Şehîd namirin” , “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Dû re Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn û Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût li ser navê platformê axivîn û ragihandin ku mitînga “Hêvî û azadiyê” dê di 25ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin û bang kirin ku her kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tev li mitîngê bibin.

Dû re girseya li eywana Çand Amedê bû, derbasî ber deriyê wê bû û li wir têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên li dijî Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê platformê daxuyaniya bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût daxuyaniya bi Tirkî jî Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn xwend.

‘Êrişên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê sûcê mirovahiyê ye’

Rûçem Vefa Elyakût di daxuyaniya ku bi serenavê “Ji bo hêvî û azadiyê, niha dema rabûna ser piyan e” dest pê dikir de destnîşan kir ku “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, wê neyê radestgirtin” û got: “Erişên hovane ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin kirin rasterast sûcê mirovahiyê ne. Hêzên girêdayên hikumeta demkî ya Şamê bi cekên giran êrişî gelê Kurd ê niştecihê wir kir û rasterast êrişî sivîlan kirin û hedef hatin girtin. Hê jî DAIŞ di hiş û mêjiyan de zindî ye. Têkoşîna ku li diji hişmendiya DAIŞê her daîm ji nûve xwe zindî kir û ev zîhniyet nikare xwe li ber têkoşîna gelan bigire. Bi sedan sivîl hatin şehîdkirin û bi sedan sivîlan revandin. Hê jî aqûbeta wan nediyar e, tu agahî ji wan nayê girtin. Jinan di kolanan de dikujin nû ji avahiyan davêjin xwarê. Ev peyamek bû ji bo gelê Kurd. Her çiqas DAIŞ nav guhertibe jî dîsa Rojhilata Navîn bi çêkereke tarî dixwazin bi teşe bikin. Bi taybetî ku taxên Kurdan hatin armanckirin, ne ji rêzê ye. Ji niha ve armanca wan ew e ku deskeftiyên Kurdan ji holê rakin.”

‘Berxwedana gelê Kurd ber bi veguherîneke azadî û demokrasiyê ve diçe’

Rûçem Vefa Elyakût anî ziman ku sedsalek bi înkarkirina hebûna gelê Kurd û binpêkirina mafên wan derbas bû û wiha domand: “Di vê sedsalê de gelê Kurd rastî windakirin, kuştin, girtin û mişextkirinê hat. Di encama têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasî û azadiyê de gelek kesan temenê xwe di salonên dadgehan û girtîgehan de li penaberî û mişextiyê derbas kirin. Îro em di qonaxeke pir girîng de ne; ku parastin û berxwedana gelê Kurd ber bi veguherîneke azadî û demokrasiyê ve diçe.

Pêvajoya ku piştî girtina Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di 15ê Sibata 1999an de, bi komployeke navdewletî dest pê kir û bi tecrîda li Îmraliyê berdewam kir, armanca wê ew bû ku dewleta yekperest tiştê xwe yê kêm mayî temam bike. Bi vê yekê xwestin Kurdan ji aliyê nasname û îradeyê ve bi temamî ji holê rakin. Aqilê dewlet û desthilatê, bi polîtîkayên xwe yên li ser Girtîgeha Îmraliyê, qanûn û hiqûq xist bin lingên xwe. Ev pêvajo, heta radeyekê bûye polîtîkaya bingehîn a vî welatî.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1993yan ve têkoşîna aştiyê dide

Pirsgirêka Kurd ku diyarkera gelek pîvanên siyasî, aborî û civakî ye, bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan re hat xwestin ku ji hemû derfetên çareseriyê yên hiqûqî û siyasî were xurtkirin. Her ku dozaja tecrîdê zêde bû, ev rewş li çar aliyê welat belav bû û veguherî rêbaza rejîmeke wisa ku hewl dide hemû dînamîkên têkoşîna civakî bêbandor bike. Rêber Abdullah Ocalan ku ji sala 1993yan û vir ve têkoşîna aştiyê dide û hemû derfet û mercên xwe dike bingeh û xizmeta çareseriyê.

Agirbestên ku ragihandine, hewildanên wî yên ji bo danûstandina bi dewletê re, hevpeyvîn û gotubêjên wî yên televizyonan û parêznameyên wî; ev hemû ji bo çareseriyeke demokratîk pêş xistiye. Di salên 1999 û 2009an de bi daxwaza wî komên aştiyê hatin da ku rê li ber şerekî navxweyî bigirin. Ev xebatên wî derfeteke mezin ji bo bingeha aştiyeke bi rûmet derxist holê û di nava gel de jî bûn xwedî rûmet û bersiveke mezin.

Wî bi tespît û rexneyên xwe, rûyê kapîtalîzmê û sîstema wê ya mêtingeriyê eşkere kir û ev sîstema ku li dijî civakê ye, mehkûm kir. Li hemberî Modernîteya Kapîtalîst, bi paradigmaya Modernîteya Demokratîk re rê û rêbazên jiyaneke nû nîşan da; bi vê fikra xwe bû pêşengê têkoşîneke ku sînoran derbas dike. Her wiha bi nêrîna xwe ya ku azadiya jinê esas digire, hem karaktera têkoşîna xwe ya demokratîk parast, hem jî di têkoşîna azadiya jinê de bû xwedî bandoreke pir xurt. Ev gavên wî, di heman demê de ji bo ku dîrok li gel civakê jinûve were nivîsandin, pêngavên herî mezin in.”

‘Ev pêvajo dikare bibe bingeha bidawîanîna şer û pevçûnan’

Rûçem Vefa Elyakût bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de da destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi saya ezmûna van lêgerînên dîrokî û nîqaşên li ser sîstema alternatîf, em îro di nav fersendeke nû ya aştî û çareseriyê de ne ku bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27ê Sibatê pêş ketiye. Ev pêvajo dikare bibe bingeha dawî li şer û pevçûnên bi salan bîne û bibe bingehê ku têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê bi ser bikeve, ev yek ji bo me pir giranbuha ye. Her roj û her deqîqeya vê pêvajoyê ya ku rê li ber guhertinên yasayî û jiyana azad vedike, xwedî nirxekî dîrokî ye.

Banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo betalkirin, şewitandina çekan û vekişandina hêzan, gavên herî girîng ên avakirina civaka demokratîk û aştiyê bûn. Her wiha, pêşniyara wî ya ji bo avakirina komîsyoneke li Meclisê û pêkanîna hevdîtineke li Îmraliyê, asteke dîrokî ye. Ev hevdîtin ji bo welatekî azad û adil, destpêkek pir bi nirx e.

Gelên vê axê aştî û azadî ji zû ve heq kirine

Tevî hemû zehmetiyan, destgirtina li ‘hiqûqa xwişk û biratiyê’ û amadekirina qanûnên guncav, îro wezîfeya sereke ya Meclisê û civakê ye. Gelên vê axê, jiyaneke ku navê siyaseta wê aștî, navê civaka wê demokratîk û navê paşeroja wê azadî be, ji zû ve heq kirine.

Rewşa Abdullah Ocalan dê çarenûsa vê pêvajoyê diyar bike

Karaktera sedsala nû ya Tirkiyeyê divê ne wekî berdewamiya berê ya bi şêwazê yekperestî û înkarê be; berevajî vê, divê xwedî karakterekî wisa be ku wekhevî, azadî û edaletê dihewîne û dixe meriyetê. Rêber Abdullah Ocalan ê ku vê hewcedariya bingehîn dibîne û tevî ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin jî bi dilsoziya van nirxan berê paradîgmaya xwe di daxwaza aştiyê de hiştiye; rewş û mercên Rêber Abdullah Ocalan di asteke wisa de ye ku dê derfet û çarenûsa vê pêvajoyê diyar bikin.”

‘Divê şertên Rêbertiyeke avakar ên azadiyê bên peydakirin’

Rûçem Vefa Elyakût axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Kampanyaya gerdûnî ya bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî’ ku li gelek welatên cîhanê ji aliyê filozof, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskarên xwedî xelata Nobelê û gelan ve tê meşandin; encama xwe ji xwedîderketina li paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan û karakterê têkoşîna wî ya 50 salan a ku civakî û gerdûnî bûye digire.

Divê şert û mercên aktorekî aştiyê yê sereke û rêbertiyekî avakar ku gotin, hêza gotinê, keda wî û perspektîfa wî di nav civakê de xwedî bersiveke wiha bilind û bandorker e, li gorî vê pêvajoya dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk ji nû ve bên sererastkirin û şertên azadiyê bên peydakirin.

Mafê hêviyê di heman demê de mafê hêvî û azadiyê yê gelan e

Gelê Kurd û hemû gelên din, hêviya xwe ya aştî û çareseriyê bi baweriya Rêber Abdullah Ocalan zindî girtine. Ji ber vê yekê ‘Mafê Hêviyê’ di heman demê de mafê hêvî û azadiyê yê gelan e. Li gorî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û hiqûqa navdewletî, divê ev maf bêyî derengxistinê were sepandin. Kilîta Neteweya Demokratîk, Komara Demokratîk û xwişk û biratiya dîrokî, di pêkanîn û sepandina Mafê Hêviyê de ye. Rêber Abdullah Ocalan ku xwediyê vê vînê û vê banga ku ji bo gelê Kurd û hemû gelan azadiyê, ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokrasiyê dixwaze, divê bi awayekî fizîkî azad bibe.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Gelê Kurd” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Etîket: azadiya Abdullah OcalanDBPDEM PartîEşrefiyeHelebMafê HêviyêPlatforma Saziyên Demokratîk a AmedêŞêxmeqsûd
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Êlihê daxuyanî û meş: Em ê destkeftiyên Rojava biparêzin

Li Êlihê daxuyanî û meş: Em ê destkeftiyên Rojava biparêzin

13 ÇILE 2026
Cenazeyê Zeyad Heleb ji aliyê deh hezaran kes ve hate veşartin

Cenazeyê Zeyad Heleb ji aliyê deh hezaran kes ve hate veşartin

13 ÇILE 2026
‘Dinya bêdeng e, em ê bêdeng nemînin’

‘Dinya bêdeng e, em ê bêdeng nemînin’

13 ÇILE 2026
Dayikên Aştiyê li ber wezaretê bang kirin: Bila Hakan Fîdan îstîfa bike

Dayikên Aştiyê li ber wezaretê bang kirin: Bila Hakan Fîdan îstîfa bike

13 ÇILE 2026
Gelê Şêxmeqsûd şoreşger û berxwedêr e

Ji KCKê derbarê Helebê û pêvajoyê de daxuyaniyek girîng 

13 ÇILE 2026
Stranbêjek di êrişa çeteyan de hate kuştin

Stranbêjek di êrişa çeteyan de hate kuştin

13 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (442)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne