Polîsan li Nisêbînê bi awayekî hovane îşkence li ciwanê Kurd Diyar Koç kir.
Li ser platforma dijîtal a Înstegramê xwediyê hasabekî netewperest, dîmenekî îşkenceyê parve kir. Di dîmenan de tê dîtin ku li Nisêbînê polîs ciwanê bi navê Dîyar Koç digirin û bi awayekî howane îşkenceyê lê dikin. Di dîmen de xuya dike ku Xwendevanê Zaningeha Firatê ya Xarpetê Diyar Koç ji serê xwe derbeyeke giran xwariye û travmayê derbas dike. Derbarê aqubeta Dîyar Koç de tu agahî nehatin bidestxistin.













