Polîsan êrîşî girseya ku tayînkirina qeyûm şermezar dikir, kir. Polîsan di êrîşê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun binçav kir û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal jî binçav kirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk serê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Wanê kir. Piştî tayînkirina qeyûm gel derket kolanan û dest bi çalakiyan kir. Ciwan li gelek taxan derketin kolanan û dest bi çalakiyan kir. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî çalakgeran kir û di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Pevçûna di navbera polîs û ciwanan de didome. Polîsan di êrîşa li dijî girseyê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Amed Dogan Hatun, Hevşaredarê Qelqeliyê Ecevit Ceylanci jî di navde bi sedan kes binçav kirin. Polîsan di êrîşê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal birîndar kirin. Hat fêrbûn ku polîsan destûr nedaye ku Neslîhan Şeddal rakirn nexweşxaneyê.
Çalakiyên li kolan û taxan didomin.