Polîsan êrişî parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat kir. Firat ji ser hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê li dijî êrişên li ser Rojava çalakî li dar xist û êrişên qirkirinê şermezar kir. Girseyê li Qada Aksarayê ya navçeya Fatîhê kom bû û xwest bimeşe. Polîsan êrişî girseyê kir û gelek kesan bi lêdanê binçav kir.
Di êrişa polîsan de endamê Komîsyona Meclîsê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat birîndar bû. Celal Firat rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Vakif Bezmîalemê. Hat zanîn ku rewşa Firat ne giran e û dê tomografiya wî bê kişandin.







