Amed – Polîsan piştî pirtûkên Nelson Mandela û Mehmet Hayrî Durmuş ku ji Weşanxaneya Aramê hatibûn çapkirin desteser kirin, xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar binçav kirin. Polîsan Sevînç Aldar birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Li 8emîn a Fuara Pirtûkan a Amede polîsan ewil pirtûkên Nelson Mandela û Mehmet Hayrî Durmuş ên Weşanxaneya Aramê desteser kirin. Polîsan piştre xebatkara weşanxaneyê Sevînç Aldar binçav kirin. Polîsan Sevînç Aldar ji bo îfadeya wê werbigirin birin Midûriyeta Polîsan a Amede.
Polîsan pirtûka “Özgürlüğe Giden Uzun Yol, Abdullah Öcalan’ın önsözüyle birlikte, Nelson Mandela (Rêya Dirêj ku Diçe Azadiyê, bi pêşgotina Abdullah Ocalan, Nelson Mandela)” ku qala otobiyografiye dike hatiye wergerkirin û her wiha pirtûka “Mektuplar ve Yazilar (Name û Nivîs)” ku nivîskarê wê Mehmet Hayrî Durmuş e desteser kirin. 6 pirtûkên Nelson Mandela û 46 pirtûkên Mehmet Hayrî Durmuş desteserkirin.